‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘ 2023-04-26 20:03:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Piştevaniyê ya Mafparêzan, ji bo berdana kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, bang kir: “Mafparêz, tu carî serî li ber zextan natewînin."   Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, li 21 bajaran bi awayekî hevwext bi ser malan de hat girtin û rojnameger, siyasetmedar, parêzer û hunermend jî di nav de herî kêm 128 kes hatin binçavkirin. Ev binçavkirin bûn cihê bertekên mezin.    Tora Piştevaniyê ya Mafparêzan jî têkildarî operasyona navborî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.    ‘MAFÊ PARASTINÊ HAT ASTENGKIRIN’   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bêyî kirina bi şertên di zagonan de tên peşbînîkirin, lêgerîna di mal û ofîsan de, dayîna biryara veşarîbûyîna li ser dosyeyê û sînordarkirina hevdîtina parêzeran bi bi şev û rojekê, ne hiqûqî ye, mafê wergirtina alîkariyê û parastinê ya kesên bi vî awayî hatine binçavkirin, hatine astengkirin.   OPERASYONA BI ARMANCA SIYASÎ   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku operasyon destwerdanek e li hilbijartinên adilane û demokratîk û ewlehiya hilbijartinan, nabe ku mirov qebûl bike. Armanckirina hiqûqnasên wê li dijî kirinên li deryasayî û binpêkariyan di hilbijartinan de têbikoşin, kedkarên çapemeniyê ku wê rastiyê derbixin holê û hemû derdorên mixelefên desthilata siyasî û desttêwerdan, ne birasthatinî ne. Ji daxuyaniya Wezîrê Karê Navxweyî ya li ser vê mijarê, sedemên polîtîk ên operasyonê diyar dibin.   BANGA JI BO BERDANÊ   Em ÎHSDA, sûcbarkirina mafparêziyê bi awayekê li dijî zagon û rêgezên gerdûnî, bi tu awayî qebûl nakin, bila mafparêzên hatine binçavkirin demildest bên berdan. Mafparêz wê tu car ser li ber van zextan xwar nekin û dev ji têkoşîna li dijî binpêkariyan bernedin.“