Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin 2023-04-26 20:25:12   STENBOL - Namzeta parementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez, piştî ku Suleyman Soylû ew hedef nîşan da hat girtin.    Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, duh êvarî di bernameya TV'yekê de Partiya Çepên Kesk û namzetên wê hedef nîşan da. Piştî vê hedefnîşandanê îro polîsan li Uskudarê avêt ser mala namzeta parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmezê. Çapemeniya desthilatê jî Donmezê hedef nîşan da.    Hat derpêşkirin ku Donmez berê tevlî nava PKK'ê bûye û vegeriyaye. Li midûriyeta polîsan têkildarî vê îdiayê weêneyekî du PKK'yiyan rê Donmezê hat dayîn. Donmezê jî di îfadea xwe de diyar kir ku ew zewicandiye û du zarokên wê hene û ev îdia red kirin.    Donmez paşê sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin. Li dozgeriyê jî heman wêne ji Donmezê hat pirsîn û bi "endamtiya rêxistinê" hat sûcdarkirin.   Dozger bi daxwaza girtinê Domezê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kir. Dadgeriyê Donmezê girt.