Li Îdirê coşa hilbijartinê 2023-04-26 21:24:49   ÎDIR - Namzetên Partiya Çepên Kesk Aysel Aras û Yilmaz Hûn ku di şahiyên li gundê Panîk û Taxa Ozgurê de axivîn, destnîşan kirin ku divê roja hilbijartinê xwedî li sindoqan bê derketin û pêwist e ew roj weke rewşa awarte bê îlan bikin.   Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de li Gundê Panîk û Taxa Ozgur a Îdirê bi tevlibûna namzetên parlementeriyê Aysel Aras û Yilmaz Hûn û bi sedan kesan şahî li dar xistin. Qada şahiyê bi alayên Partiya Çepên Kesk hat xemilandin. Ciwan û jinan eleqeyeke mezin nîşanê Partiya Çepên Kesk da û bi coşeke mezin govend gerandin. Gel bi dilgermî xêr hatina namzetan kir û dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” berz kir.   Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk Aras û Hûn di şahiyan de gel silav kirin. Arasê ji bo pêşwazîkirin wan ya bi coş spasdariya xwe anî ziman û bal kişand ser têkiliya hilbijartinê û pirsgirêkên jinan. Dû re Yilmaz Hûn axivî. Hûn jî destnîşan kir ku çavê tevahiya kurdan û Kurdistanê li wan e. Hûn, diyar kir ku pêwiste roja hilbijartinê xwedî li sindoqan bê derketin û wê rojê bikin rewşa awarte.   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.