Li Londonê pedal ji bo 'Partiya Çepên Kesk' hatin badan 2023-04-26 23:02:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Klûba Duçerxeyan a Londonê, vê carê pedalên xwe ji bo Partiya Çepên Kesk badan û binçavkirinên li Amedê protesto kirin.   Dildarên Jinên Çepên Kesk ên Îngilistanê û Klûba Duçerxeyan a Londonê, li bakurê Londonê li ser navê Partiya Çepên Kesk konvoya duçerxeyan organîze kir. Jin, li kampusa Federasyona Elewiyan a Îngilistanê hatin ba hev, duçerxeyên xwe bi pankartên Partiya Çepên Kesk xemilandin. Jinan, pedalên duçerxeyên xwe ji bo Partiya Çepên Kesk badan. Jinan di dema badana pedalan de lîrandin û dirûşmeya "Deng ji bo Partiya Çepên Kesk" berz kirin.   Rawestgeha dawîn a duçerxeyan, Edmonton Green Center bû û li ser binçavkirinên li Amedê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Bedriye Avcîl ku daxuyanî da, bal kişand ser wê yekê ku deshilat têgihîştiye ku wê tek biçe, ji lew ma hewil dide ku beriya ku sindoq bên danîn, bi ser bikeve. Avcîl anî ziman ku rejîma AKP-MHP’ê berê hêzên xwe yên paramîlîter daye avahiyên partiyê û buroyên wan ên hilbijartinê û got: “Bi artêş, polîs û daraza xwe  û bi destgîrkirin û girtinê hewil dide ku hemû hêzên azadîxwaz beralî bike."   Avcîl bi domdarî wiha got: “Ev operasyon li dijî vîna me hatine kirin. Ev êrîş, li ewlehiya sindoqan hatiye kirin. Em, bi tundî şermezar dikin û di serî de Tirkiyeyî û gelên koçber ên Kurdistanî, bang li hemû gel û kedkarên cîhanê dikin ku bi tevgera ked û azadiyê ku li dijî zext û êrîşên bi her awayî yên li Tirkiye û Kurdistanê li ber xwe dide, bibin piştevan.“   Gava daxuyaniyê, li ser hev, dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî“, “Deng ji bo Partiya Çepên Kesk“ û “Bi zextan em bêzar nabin“ hatin berzkirin.   Piştî daxuyaniyê belavokên Partiya Çepên Kesk hatin belavkirin.