Li Mûşê mitîng tê lidarxistin 2023-04-27 13:41:38   MÛŞ - Partiya Çepên Kesk li Mûşê bi dirûşma “Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin” mitîngê li dar dixe.    Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên 14’ê Gulanê de mitîngan li dar dixe. Piştî mitînga li navçeya Tetwan a Bedlîsê, Partiya Çepên Kesk niha jî li navenda Mûşê mitîngê li dar dixe. Mitîng li Qada Kobanê bi dirûşma “Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin” tê lidarxistin. Ketina qada mitîngê dest pê kir. Gelemperiya beşdaran jin û ciwan in û bi alayên partiyê û filameyên bi rengên kesk, sor û zer dikevin qadê. Ciwan, gelek caran li qada mitîngê dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz dikin. Di heman demê de beşdaran li qada mitîngê pankartên “Serok yek e ne sed e", "Silav ji bo kesên tolê hiltînin, Heval Harûn” û “Heke di lûleyên tifingên we de çil milyon gule hebin jî hûn nikarin me bidin sekinandin” hatin vekirin.    Tevlibûna welatiyan a li qada mitîngê didome. Mitîng dê piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê bike û piştre jî dê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir biaxivin.    Berfirehiya nûçeyê tê...