‘Li cihê ku parastin ne azad be qala edaletê nikare bê kirin’ 2023-04-27 14:59:45   STENBOL - Tora Pekîn ê bal kişand ser bêhiqûqiyên di pêvajoya Doza Geziyê de pêk hatine bertek nîşanî binçavkirinên navenda wan Amed da û wiha got: “Li cihê ku parastin ne azad be qala edaletê nikare bê kirin.”   Hiqûqnasên li Stenbolê bi boneya salvegera cezayên girtîgehê yên di Doza Geziyê de hate dayîn û di nav de sînemager û hiqûqnas jî hene 16 parazvanên maf tên darizandin li ber Edliyeya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiya ku pankarta “Ji bo herkesê edalet” hate hilgirtin de parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Ersoy û Fîlîz Kerestecîoglû amade bûn.    Tora Pekîn ê di daxuyaniyê de axivî bertek nîşanî zêdetirî sed kesên ku di nav de rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û hiqûqnas jî hene di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de hatine binçavkirin da. Pekîn, diyar kir ku li dijî êrişên li ser hiqûqnasan wê gotinên xwe bêyî bitirsin bibêjin û wiha got: “Heta ku hempîşeyên me yên di binçavan de azad dibin wê nobetên me yên edaletê bidomin. Li cihê ku parastin ne azad be qala edaletê nikare bê kirin.”   ŞERMA DARAZÊ    Pekîn ê bal kişand ser girtina Osman Kavala û hevalên wî, ev tişt gotin: “Polîtîkaya desthilatê ya ‘hemû mûxalîf terorîst in, divê hemû bên girtin’ tenê zirarê dide vî welatî. Ev nêzîkatiya dozger û dadgeran nayê qebûlkirin. Gotineke me ya zelal heye, li gorî qanûnan tevbigerin. Dema dadger vê bikin wê civak bêhnê bistîne. Heke bixwazin ji cihekê dest pê bikin kerem bikin hevalên me yên di Doza Geziyê de berdin. Esas dema we wisa kir hûn ê darazê ji vê şermê xelas bikin.”   ‘EDALET DÊ JI NÛ VE BÊ AVAKIRIN’     Seroka Şaxa Odeya Avahîsazan a Stenbolê Esîn Koymen jî ev tişt gotin: “Hevalên me yên 2 caran beraet kirin saleke bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin. Li dijî vê yekê di pêvajoya Geziyê de piştî tundiya polîsan a bi fermana desthilatê hate kirin ji bo canên me yên windakirî edalet bi cih nehat. Mucella Yapıcı, Can Atalay, Tayfûn Karaman, Hakan Altinay, Çîgdem Mater, Mîne Ozerden û Osman Kavala bêyî delîl hebin hatin girtin ev yek jî nîşan dide ku desthilat bi hestên kîn û tolhildanê tevdigere. Em bawer dikin ku wê piştî 14’ê gulanê li vî welatî edalet ji nû ve pêk were.”   ‘GEZÎ RÛMETA ME YE’     Dû re Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yê Stenbolê Esra Bîlen jî bertek nîşanî operasyona navenda wê Amedê hatiye kirin da û wiha got: “Dema em vê hilbijartinê dinêrin li holê ye ku ev operasyoneke qirqirina siyasî ye.” Bîlen da zanîn ku di Doza Geziyê de cezayên ku temenê mirovan tê re neke dan.