Derbarê rojnamevan Candemîr de lêpirsîna qeyûm 2023-04-27 16:22:41   WAN -  Derbarê rojnamevan Oktay Candemîr ê ku meaşê qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê nivîsandibû de lêpirsîn hat destpêkirin.    Rojnamevan Oktay Candemîr derbarê meaşê qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê Îhsan Emre Aydin de nivîs nivîsandibû. Oktay diyar kiribû ku qeyûm bi giştî 150 bin TL meaş digire. Ji ber vê yekê derbarê Candemîr de bi tawanbariya “Bi sedema di nav xelkê de fikar, tirs û panîkê çeke, ewlehiya hundir û derveyî welat, agahiya li dijî pergala raya giştî û tenduristiya giştî, xerakirina aştiya raya giştî” lêpirsîn hat destpêkirin.    Candemîr li gel parêzerê xwe çû Qereqola Polîsan a 2’ê Nîsanê û îfade da polîsan. Candemîr tawanbariyan red kir û diyar kir ku wî di çarçoveya azadiya wergirtina nûçeyan de nivîsandiye û wergirtina meaşê wezîfedarên cemaweriyê hemû raya giştî eleqedar dike.    Parêzerê Candemîr, Firat Yakan jî da zanîn ku îdiayên hatine kirin tu eleqeya wan bi tawanbariya navborî re nîne. Yakan diyar kir ku qeyûm li ser hesabê xwe yê Twitterê miwekîlê wî Candemîr hedef nîşan daye û ew ê derbarê vê twîta qeyûm Îhsan Emre Aydin de gilî bike.