Bi girseyî çûn şîna Resûl Kûrt 2023-04-27 17:08:10     AMED - Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî çûn şîna Resûl Kûrtê HPG'î ku li Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest dabû.   Piştî ku HPG'ê ku HPG'ê daxuyand ku endamê wan Resûl Kûrt (Reşît Serdar Mêrdîn) ê HPG'î di 26'ê Nîsana 2019'an de li Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest daye, malbata wî li Amedê şîna xwe danî. Şîna Kûrt, li Çinarê hat danîn. omeleya Piştgirî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Windakirin re (MEBYA-DER), namzetên Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya 78'an bi awayekî girseyî çûn şîna Kûrt.    Rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyê sersaxî ji malbat Kûrt re xwestin.    Piştî şînê, namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Adalet Kaya, Halîde Turkoglû û endamên partiyê çûn gundê li gundê Yûwaxicê bi jinan re li hev kom bûn.