Bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan: Gotina wan gotina me ye! 2023-04-27 17:34:54   STENBOL - Rêxistinên çapemeniyê û siyasetmedaran bertek nîşanî girtina 4 rojnamevanan dan û gotin: "Gotina wan, gotina me ye."    Di 25'ê Nîsanê de, di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran 134 kes hatin binçavkirin. Ji kesên binçavkirî 14 kes piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Rojnamevan Abdurrahman Gok, Berîtan Canoer, Mehmet Şah Orûç û Remzî Akkaya piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê der barê her çar rojnamevanan de biryara girtinê da.    Basin Îş a DÎSK'ê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal girtina rojnamevanan şermezar kir û got: "Gotina wan gotina me ye. Banga me ji bo hemû dostan e; dawî li vê bêdengiyê bînin. Di têkoşîna nûçewergiritnê de li cem rojnamevanan bin."    * Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG): "Belê ev jî bû! Ji rojnamevanan re gotin 'Hûn rojnamevanan nas dikin?' û ew girtin. Em vê bêhiqûqîtiyê qebûl nakin. Hûn nikarin dengê heqîqetê bitepisînin."    * Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz: "Bêyî parastina mafê nûçewergirtin, bêyî xwedîderketina li çapemeniya azad û rojnamevanên kurd dê sindoq çawa bên parastin? Divê muxalefet vê yekê ji xwe bipirse."    * Namzeta parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaşê: "Hûn nikarin bi vî awayî rastiyê tune bikin. Her yek ji me dê bibe rojnamevan û em ê nehêlin hûn rastiyê tarî bikin."