ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-28 09:00:27   * Karkerên ku îsal 1'ê Gulanê di atmosfera hilbijartinê de pêşwazî dikin, gotin: "Em ê wekî ku haya me jê tune be, bixebitin. Em ber bi hilbijartinê ve diçin, divê êdî ev desthilat biguhere."   * Namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Yozgatê Cemal Bîlgîn got: "Em ji bo hilweşandin û guherandina çarenûsê Yozgatê diçin."    * Ji Maseya Koordînasyon û Ewlehiya Hilbijartinê ya Baroya Îzmîrê Gamze Şîmşek anî ziman ku ew ji bo ewlehiya hilbijartinê amade ne û got ku roja hilbijartinê dê serê her dibistanê parêzerekî peywirdar bikin û li her derê bajêr bin.    * Namzeta parlamenteriyê ya Bûrsayê Ceylan Erol Erdogan ku di zarokatiya xwe de li rojavayê Tirkiyeyê rastî nîjadperestiyê hat û ji 18 saliya xwe ve di nava têkoşîna li dijî vê de cih girt, armancên xwe yên li Meclisê vegot û got: “Min têkoşîn tercîh nekir, ez di nav de ji dayik bûm.”   * Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê parêzer Bulent Aşa îşaretî Wezîrê Dadê ku li Rihayê bûyê namzet kir û got: “Wezîrê Dadê serokê HSK’ê ye. Amirê rêveberiya dadgeran e. Baş e gelo dê edaleta hilbijartinê çawa temîn bikin?”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 767’emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza parlamentera HDP’ê ya Amedê ya girtî Semra Guzel jê tê darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê wê bê lidarxistin. (10.00)   * DÎSK û Hewldana 78’an dê komkujiya 1’ê Gulana 1977’an li Hevraza Kazanci ya Taksîmê şermezar bikin û kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin. (11.00-13.00)   * Partiya Çepên Kesk wê li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê bidomîne. (13.00-21.00)   * Bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz wê li Dîlok û Pirsûsê; bi tevlibûna Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Misirca Sêrtê; bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan wê li Esenlera Stenbolê mitîng bên lidarxistin. (13.00, 16.30, 14.00, 16.00, 17.00) ZINDÎ   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê wê li avahiya komeleya xwe “Rapora Binpêkirinên Mafan ên Girtîgehên Herêma Marmarayê” li avahiya xwe aşkere bike. (13.30)   * Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê wê di meha 136’emîn a Komkujiya Roboskê de li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)