Li Amedê hejmara kesên hatin girtin derket 28'an 2023-04-28 11:30:01   AMED - Hejmara kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin girtin, derket 28'an, 31 kes jî hatin berdan.    Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran der barê 216'an kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Ji van kesan herî kêm 128 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên binçavkirî 28 kes hatin girtin, 31 kes  jî hatin berdan.    Operasyona di çarçoveya îfadeyên şahidê vekirî Umît Akbiyik de hate destpêkirin de rojnamevan Mehmetşah Orûç, Berîtan Canozer, Abdûrrahman Gok, Mîkaîl Barût û Remzî Akkaya ên duh bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê hatin kirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" sewqî hatin girtin. Piştî rojnamevanan ji kesên bi şev sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê hatin kirin, 28 kes hatin girtin.    Dadgeriya Ceza ya Sulhê Devrîm Ronî Atîk, Kadîr Şencî, Berfîn Can, Mûhsîn Acar, Osman Demîr, Rûmet Çetîn, Cotkar Amara Yurek, Mehdî Kaya, Hamza Cîhangîr, Hasret Yelboga, Sûat Arda Işik, Şahîn Bîçîmlî, Hakîm Kaya, Tacettin Araz, Nûrûllah Ozgun, Abdûlbarî Mavlay, Ferît Aktepe, Şervan Dogan, Cesûr Yilmaz û Suleyman Ûlûcan jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girt.    3 PARÊZER HATIN GIRTIN    Ji parêzerên hatibûn binçavkirin Serhat Hezer, Bûrhan Arta û Ozum Vûrgûn piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hatin kirin. Dadgehê parêzer Hezer, Arta û Vûrgûn bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girtin.    9 PARÊZER HATIN BERDAN   Piştî ku duh saetên serê sibÊ de parêzer Eylul Ozgultekîn, Gûrbet Ozbey û Jiyan Sametoglû bi şertê kontrola edlî hatin berdan, duh bi şev jî parêzer Mûstafa Şencî, Bunyamîn Şeker, Berdan Acûn, Halîse Dakali, Kenan Aygay û Firat Taşkin ên sewqî dadgehê hatin kirin bi şertê kontrola edlî û qedexeya derveyî welat hatin berdan.    HUNERMEND Û ROJNAMEVANEK HATIN BERDAN   Her wiha piştî şanogerên ku hatibûn binçavkirin Elvan Koçer, Şahperî Alphan Bayhan jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan, duh bi şev şanoger Ozcan Ateş, Yavûz Akkûzû, Hamdusena Ozbey û Sadrettîn Înal jî bêyî derxînin dozgeriyê û hurmend Devrîm Demîr hatin berdan. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.    KESÊN DIN ÊN HATIN BERDAN   Ramazan Kaval, Talip Turan, rêveberê Komeleya 78'an Abdulganî Alkan, Avaşîn Yanar, Tarik Adanir, Talîp Tûran, Muslum Şahînsoy, Suleyman Avci, Havva Canaoglû, Mehmet Menge, Zeynep Demîr, Seyît Ûzbaş, Mehmet Yalçin, Husamettîn Kiliç û kesê bi navê Çekdar ku paşnavê wî nehate zanîn bi şertê kontrala edlî hatin berdan.      Bi kesên şev hatin berdan re hejmara kesên hatin berdan derket 31'an û tê payîn ku îro jî kesên di bin çavan de ne wê sewqî edliyeyê bên kirin.