Rojnamevan Aktan: Beriya hilbijartinê dixwazin li Kurdistanê rewşek tarî biafirînin 2023-04-28 12:09:20 ENQERE – Rojnamevan Îrfan Aktan diyar kir ku sansura li ser çapemeniyê her tim ji Amedê dest pê dike û belav dibe û bêdengiya muxalefetê jî rexne kir û got: “Beriya hilbijartinê dixwazin li Kurdistanê atmosferek tarî biafirînin.”   Zextên li ser çapemeniya azad a kurd berdewam dikin. Di operasyona li Amedê hat lidarxistin, edîtorê Ajansa Mezopotamya Abdurrahman Gok, nûçegihanê Ajansa Mezopotamya Mehmetşah Orûç, nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer, rojnamevan Mîkaîl Barût û Remzî Akkaya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    Rojnamevan Îrfan Aktan zextên li ser rojnamevanên kurd û kurdan nirxand û wiha got: “Rojnamevanên hatin girtin geşedanên li Kurdistanê diqewimin ji dinyayê re radigihînin. Beriya hilbijartinê dixwazin li Kurdistanê atmosferek tarî biafirînin. Dixwazin planên komployê bixin dewrê. Hem dixwazin dengê siyasetmedar hem jî dengê rojnamevanan qut bikin da ku civak bêagahî bimîne. Dixwazin siyasetmedar û rojnamevanan tengav bikin. Lewma bi van operasyonan ewlehiya hilbijartinê dixin talûkeyê. Dixwazin ewlehiya hilbijartinê bixin talûkeyê da ku îktidar bi ser bikeve. Divê meriv bêdengiya muxalefetê ya li dijî operasyonê jî rexne bike. Heke ku heta niha muxalefetê dengê xwe dernexistibe, ev pirsgirêkek esas e.    Heke ev hevalên me rojnamevan tirk buna û li Stenbolê kar bikirina, heke parêzer tirk bûna li Stenbol, Enqereyê kar bikirina wê ji ber nerazîbûnê erd û esman bihejiya. Derdê rojnamevanên kurd hemû Tirkiye ye. Ev rojnamevan û parêzerên hatin girtin, xwedî wê hêzê ne ku deng û rengê wîjdanê ne. Mixabin li dijî vê zextê jî dîsa bêxwedî hiştin û bêpiştevanî hatin hiştin.    SANSURA ÇAPEMENIYÊ JI AMEDÊ DEST PÊ DIKE    Her ku ev îktidar zextan li ser kurdan bike dê qada xebatê ya muxalefetê jî teng bibe. Ev ji bo her kesî derbasdar e. Sansur her tim ji Amedê dest pê dike û heta Stenbolê belav dibe. Neheqî, bêedaletî, binpêkirina mafên mirovan û zext ewilî ji Amedê dest pê dikin û li her devera Tirkiyeyê belav dibe. Mixabin dîsa rojnamevanên kurd bêpiştgirî hatin hiştin. Lê tevî vê yekê jî rojnamevan, hiqûqzan, siyasetmedar, hunermendên kurd piştevaniya xwe ji bo hemû derdorên din nîşan didin.”    MA /  Yusra Batıhan