Semra Guzel: Ya ku tê darizandinê rastiya gelê kurd e 2023-04-28 13:33:39   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Semra Guzel ya girtî tê darizandin diyar kir ku ya ku tê darizandinê rastiya gelê kurd e û di danişînê de biryara berdewamya girtina wê hat dayîn.    Danişîna 3’yemîn a doza Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ku girtî tê darizandin li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Guzel ji Girtîgeha Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û parêzerên wê di danişînê de amade bûn.    ‘DAXWAZÊN GELÊ KURD TÊN DARIZANDIN’    Danişînê bi parastina Guzel dest pê kir. Guzel da zanîn ku dosyeya derbarê wê de hatiye amadekirin gelek tevlihev e û beşek dosyeyê hê jî negihîştiye destê wê û got: “Gelek tiştên eleqeya wan bi min ve nîne li dosyeyê hatine zêdekirin. Di dosyeyê de tên tişta derbarê min de ew e ku wêneyên serwîsê çapemeniyê kirine. Tawanbariyên li ser min bêtir tawanbariya li ser rastiya gelê kurd e. Bi salan e em van dozên wisa dişopînin. Rastiya gelekî tê darizandin. Îro jî di şexsê min de rastiya gelê kurd tê darizandin. Em li van eywanan têkoşîna rastiyê didin. Her ku em siyaseta kurd a demokratîk dikin, bi rêya darazê dixwazin me tengav bikin. Lê ya ku tê darizandin rastiya daxwazên gelê kurd e. Têkoşîna me înkarê pûç û neserketî dike.”    Paşê parêzerên Guzel parastina miwekîla xwe kirin û daxwaza berdana wê kirin.    Dozger bi boneya hê parastin neqediyaye biryara berdewamiya girtina Guzel da. Şandeya dadgehê jî hinceta xwe spart hinceta dozgeriyê û biryar da ku Guzel girtî were darizandin û danişînê taloqî 14’ê tîrmehê kir.