Mîtînga Misircê: Em ê dijminên kurdan di 14'ê Gulanê de bişîni 2023-04-28 14:36:58 SÊRT - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ku di mîtînga Misircê de xîtabî bi hezaran kesî kir, bertek nîşanî daxuyaniya der barê "darbe"yê de ya Wezîrê Karên Navxweyî da û got: "Kesên ku vîna gel nas nakin, îro radibin ji bo hilbijartinê dibêjin 'darbe'. Em ê di 14'ê Gulanê de darbekaran, dijminên kurdan bişînin."    Partiya Çepên Kesk, li Parka Ehmedê Xanî ya li navçeya Misircê ya Sêrtê bi beşdariya bi hezaran kesî mîtîngek li dar xist. Qada mîtîngê bi alayên Partiya Çepên Kesk hat xemilandin. Polîsan ji bo hunermendan hin astengî derxistin. Lê tevî hemû astengiyan jî bi hezaran kes bi tilîliyan, bi nîşana serketinê û bi dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin qadê. Kesên hatin qadê li ber stranan govend gerandin."    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Sêrtê Tûncer Bakirhan, Sabahat Erdogan Saritaş, Abdûllah Çetîn û Tevgera JinêN Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û bi hezaran welatî tevlî mîtîngê bûn.    Ewilî namzeta parlementeriyê ya bajêr Sebahat Erdogan Saritaş axivî. Saritaşê beşdaran silav kir û got ku dê ev coşa li qadê di 14'ê Gulanê de xwe di sindoqan de jî bide der. Saritaşê di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku kesên ku qeyûm tayinî vîna wan kirine, gel dê di 14'ê Gulanê de wan bişîne û di sindoqan de bifetisîne.    Paşê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk jî destnîşan kir ku tu kes nikare li pêşiya berxwedana gel bisekine û wiha got: "PIştî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat detspêkirin, li hemberî gel jî şer hat destpêkirin. Azadî, demokrasî, aştî û mafên me tên tecrîdkirin. Heya ku tecrîd hebe, bila tu kes behsa demokrasiyê neke. Wezîrê Karên Navxweyî ku naxwazim navê wî bînim ziman, ji bo 14'ê Gulanê dibêje darbe. Kesên ku vîna gel nas nakin, kesên ku qeyûman tayin dikin, îro radibin ji bo hilbijartinê dibêjin darbe. Em ê roja 14'ê Gulanê darbekaran, dijminên kurdan bişînin. Operasyonên qirkirinê yên siyasî jî nikarin we xelas bikin. Gel dê di 14'ê Gulanê de li hemberî we operasyona herî mezin pêk bîne. Kesên ku tirsên wan mezin bin, êrişên wan jî mezin in. Ji ber vê ye êriş dikin. Lê niha li vir gelê Misircê berxwedana xwe daye der. Berxwedana xwe li dijî hemû zextan û zilmê daye der."   Ozturk di berdewama daxuyaniya xwe de bêdengiya muxalefetê ya li hemberî operasyona li Amedê rexne kir û got: "Gava mesele dibe kurd, feraset heman feraset e û înkarkirina kurdan a sed salî dikeve dewrê. Em vê yekê qebûl nakin. Ger doza dmeokrasî û aştiyê bê kirin, divê li hemberî van kirinan jî dengekî bilind bê derxistin. Ev deng jî, divê dengekî hevpar be. Li hemberî zextan û zilmê helwest divê. Lê em ê wekî her carî cardin li hemberî van zextan û vê zilmê li ber xwe bidin."    Mîtîng bi govendgerandinê û bi berzkrina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.