Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin 2023-04-28 20:23:49   XARPÊT- Partiya Çepên Kesk a Xarpêtê, li navçeya Kovanciyanê buroya hilbijartinê vekir, vekirina buroyê veguherî mîtîngê.   Partiya Çepên Kesk, li ser rêya Xarpêtê ya navçeya Kovanciyan a Xarpêtê, buroya hilbijartinê vekir. Bi sedan kes tev li vekirina buroya bûn. Vekirina buroyê veguherî mîtîngê. Namzedên parlamenteriyê yên bajêr Nûrşat Yeşîl, Sûltan Yaray û Savaş Erdogan, rêveberiyên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên Xarpêt, Kovanciyan û Depê ku navçeyên Xarpêtê ne, tev li vekirinê bûn.   ‘KURD MÎNA DARÊN MAZIYAN ŞÎN DIBIN’   Namzeda parlamenteriyê Sûltan Yaray ku gava vekirina buroyê axivî, diyar kir ku armanca bi destgîrkirin û girtinê, ji bo bêzarkirinê ye û got: “Ji ber ku dizanin ên çûnê ne, zilmkarî û nehiqûqiyê zêde dikin. Kurd mîna darên maziyan in, bi tenê reh jî bimînin şîn dibin. Em, li vir in û em ê li vir bin.“   ‘WÊ BI TU AWAYÎ NEKARIN RÊ LI BER ÇÛYÎNA XWE BIGIRIN’   Namzedê parlamenteriyê Nûrşat Yeşîl jî bi bîr xist ku heta bi niha heşt partiyên wan hatine girtin û ew bi têkoşînê ta bi niha hatine û got: “Piştî her girtinê partiyên me bi awayekê xurttir çêbûne. Dawiya dawîn me bend vekirin û ta bi îro hatin. Hevalên me yên bi awayekê çalak dixebitîn û di vê hilbijartinê de li qadan bûn, bêyî hincet hatin destgîrkirin û hin ji wan hatin girtin. Lê wê bi tu awayî nekarin rê li ber çûyîna xwe bigirin.“   ‘EM BI PROJEYA XWIŞK Û BIRATIYÊ HATIN BA HEV’   Namzed Savaş Erdogan got ku li dijî yên gel wek Elewî, Sunî, Zaza ji hev û din cihê dikin, ew bi projeya xwişk û biratiyê hatine ba hev û wiha axivî: “Em ê hêza xwe nîşanê wan bidin. Em ê dawî lê bînin ku ev welat hew bi rewşên awarte û biryarnameyên bi hikumê zagonan bê birêvebirin.“   Gava axavtina namzedan, bêyî navber dirûşmeyên “Em bi zextan bêzar nabin“, “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin“, “Jin, jiyan, azadî“ û “Partiya Çepên Kesk gel e, gel li vir e“ hatin berzkirin.   Vekirina buroyê, bi girtina govendê qediya û bi şûn de serdan li gundên Sekrat û Hababê hat kirin.