Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz hatin binçavkirin 2023-04-29 08:32:10 AMED - Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, polîsan li gelek bajaran avêt ser malan. Edîtorê me Sedat Yilmaz û edîtora me û Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û gelek kesên din di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.  Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê fermana lêpirsînekê da û di çarçoveya vê lêpirsînê de li 15 bajaran derbarê 49 kesan de biryara binçavkirinê hat derxistin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan li 15 bajaran avêt ser gelek malan. Di lêgerînên malan de kelûpelên malan hatin serûbinkirin. Di serdegirtinên li Amedê de Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora  Ajansa Mezopotamya Dîcle Muftugolû û Edîtorê Ajansa Mezopotamya Sedat Yilmaz û hevjîna xwe Selma Yilmaz hatin binçavkirin. Xwişka Sedat Yilmaz, Fîlîz Yilmaz jî li Stenbolê di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Her wiha gelek kesên din jî hatin binçavkirin.    Ji bo kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatine binçavkirin, biryara astengî ango sînordarkirina 24 saetan a hevdîtina parêzeran hat danîn.