ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2023’YAN 2023-04-29 09:00:44       * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 768’an de berdewam bike.    * Hiqûqnas wê bi pêşkeşkirina parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî perwerdehiya ewlehiya hilbijartinê bidin. (10.30-12.30)   * Dayikên Şemiyê wê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 944’an de wê çalakiya xwe bidomînin. (12.00)   * Partiya Çepên Kesk wê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatên xwe yên hilbijartinê bidomîne. (12.00-18.00)    * Rêxistinên sivîl ên civakî wê li dijî binçavkirin û girtinên dij hiqûqî yên navenda wan Amed li 21 bajaran hatin kirin li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * DÎSK Basin-Îş wê têkildarî rojnamevanên di çarçoveya operasyona navenda wê Amedê hatin binçavkirin û girtin li Navenda Giştî ya DÎSK Basin Îş’ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê 579’emîn a çalakiya xwe ya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê li dar bixe. (13.30)   * Bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Taxa Kuçukkirim a navçeya Ceyhan a Edeneyê li ber buroya hilbijartinê, li Qada Bazara Sêşemê ya Taxa Çaglayan a navçeya Tarsûs a Mêrsînê civîna gel bê lidarxistin. (14.00-17.00) ZINDÎ