Tesîsa ceyranê û valakirina çopê dibe sedema mirina sewalan 2023-04-29 09:47:43   SEMSÛR - Li Semsûrê bi mebesta hilberîna ceyranê Tesîsa Depokirina Bermahiyên Hişk hat avakirin, piştî avakirina tesîsê jî çopên bajêr li girê Tumruzê tê rijandin. Welatiyên li herêmê diyar kirin ku bi rijandina çopê xwezaya wan tê wêrankirin û ev jî dibe sedema mirina sewalan.     Li Semsûrê di sala 2006'an de bi fona Rêveberiya Geşepêdana GAP'ê ya girêdayî Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê projeya Tesîsa Depokirina Bermahiyên Hişk hat amadekirin û ji aliyê Yekitiya Şeredariyên Semsûrê ve jî ew proje hat îhalekirin. Tesîs bi armanca hilberîna ceyranê li herêma Tirba Zeynel Abîdîn a girê Tumruze hat çêkirin. Lê Proje hê destpêka çêkirinê de bû, welatiyên Semsûrê ku li herême dijîn li dijî vê projeyê derketin û serî li dadgehê dan. Projê di sala 2011'an jî hê neqediya bû Dadgeha Bilind ji ber qirêjiya xwezayê ew projê da sekinandin. Lê Suleyman Kilinç ê ku piştî hilbijartinên herêmî yên 2019'an weke şeredar hat hilbijartin, tevî biryara dadgehê ya rawestandina projeyê dîsa dest bi projeya Tesîsa Depokirina Bermahiyên Hişk kir û ev nêzî salekê ye jî çopa bajêr li herêma Tirba Zeynel Abîdîn a girê Tumruzê tê valakirin. Ji ber valakirina çopa bajêr gelek gund û taxên navenda Semsûrê di bin tesîrê de dimînin û gelek sewal jî ji ber çopê dimirin.    Valakirina vê çopê û Tesîsa Depokirina Bermahiyên  Hişk herî pir bandorê li ser mêrgên gundên Fexrikan, Kistikan, Kazni, Şêxler û taxa Petrolê yên navendê dike. Welatiyên li herêmê dijîn bi dûmana çopê dişewite re rû bi rû dimînin. Em tekildarî mijarê bi welatiyên li gundê Fexrikan ê herî zedê ji rijandina çopan bandor dibe û taxa Petrolê dijîn re axivîn.    TEVÎ BIRYARA DADGEHÊ JÎ ÇOP LI HERÊMÊ TÊ RIJANDIN   Welatiyê bi navê Huseyîn Canan ku li gundê Fexrikan e da zanîn ku çend sal berê beriya avakirina tesîsê ew weke gundî li dijî vê yekê derketine û serî li dadgehê dane. Canan diyar kir ku di dadgeha bilind de jî biryara rawestandina avakirina tesîse hatiye dayin û ev tişt gotin: "Ji ber behn û dûmana çopê em derî û pacên xwe digrin. Di heman demê de ava me li cihê ku çop tê rijandin tê. Ji ber wê jî ava me qirêj dibe. Çend sal berê welatiyan li dijî vê yekê çalakî çêkirin û serî li dadgehê dan. Dadgehê jî biryara rawestandina avakirina tesîs û rijandina çopê dan. Piştî biryara dadgehê ev çend sal bûn çop nedihat vir, lê niha ev nêzî salekê ye ku çopa bajêr dîsa tînin li vir dirijînin."   'EM DI NAV ÇOPÊ DE MANE'   Canan anî ziman ku mala wan li navenda Semsûrê bû ye lê piştî erdhejê hatine gund û axaftina xwe wiha domand: "Ji ber erdhejê em reviyan hatin gund lê niha jî em dikin ji ber dûmana çopê bimirin. Ne tenê gundê me jî ev çend gund behn û dumana vê çopê bandor dibe. Ev der ne cihê çopê ye divê çopê bibin cihekî din birijînin. Em di nav çopê de mane. Divê çareseriyek bê dîtin. Em dixwazin rijandina çopê li vir bê rawestandin. Yanî divê yan çopê neynin an jî em bar bikin. Her wiha tirba Zeynel Abîdîn jî li wir e. Ew der ziyaretgahê ew der jî bi bandor dibe, gelek kes diçe wir îbadetê dike. Yanî ji ber vê çopê em welatê xwe biterkînin çi bikin?"   'AVA ME QIRÊJ DIBE'   Welatiyê bi navê Alî Karakuş jî bi lêv kir ku li devera ku çop tê valakirin mêrgên gundiyan e û ev tişt anîn ziman: "Ji ber çopê edî sewalên me nikarin biçin wir. Dûmana çopê weke jehrê ye, ev jehr li nava gund belav dibe. Me çend caran parêzer girtin û çûn dadgehê, biryara sekinandina valakirina çopê dan. Lê ev salek e ku dîsa dest pê kirine. Yanî her tim dûman heye ne tenê gundê me jî gelek gund ji vê duman û behna bandor dibin. Erdê me, rezê me li wir in, bandor li erdê me jî dike. Her wiha ava me jî qirêj dibe, yanî bandor li ser hemû jiyana me dike. Em naxwazin ev qirêjiya nava gundê me belav bibe, divê çareseriyek were peydakirin.”    'JIYANA ME WÊRAN DIKIN’    Welatiyê bi navê Kalender Karakuş jî destnîşan kir ku li cihê çop tê rijandin zeviyên wî li wir in û wiha got: "Çop anîne nava zeviyên me vala kirin e. Ew qirêjiya çopê dikeve nav çemê me. Em nedikarin sewalên xwe berdin ku li wir avê vexwin ne jî dikarin wê avê ji bo zeviyên xwe bikar bînin. Sewal dema wê avê vêdixwin nexweş dibin. Em ji bêhnê nikarin biçin wan deran jî welat li ser me teng kirine. Rezê me li wir e lê em nikarin biçin nav rezê xwe. Em ê bi wî rezî çawa tirî bixwin. Yanî ev jiyana me wêran dikin. Yan bila werin vê çopê rakin an jî bila ji me re cihekî bibînin. Zarokên me nexweş dibin. Erdhejê em nekuşt lê wê ev dûman me bikujê. Yanî çi ji me dixwazin."   'SEWALÊN ME DIMIRIN'   Li taxa Petrolê welatiyê bi navê Hîkmet Şen jî diyar kir ku sewalên wan jî ji ber qirêjiya çopê mirin e û wiha got: "Ji ber ku çop ava me qirêj dike, sewalên me wê avê vedixwin û nexweş dikevin. Kuçikê me jî li wir av vexwar û ev 3 roj in nexweş e. Me bi derfetên xwe derman kir lê dîsa jî baş nebû. Me tedawiya kuçikê xwe kir lê bandora tedawiyê nebû, hê jî weke xwe ye. Her wiha 4 bizinên me jî ji ber vê çopê mirin. Ev çop avê qirêj dike, sewalên ku wê avê vedixwin jî nexweş dikevin û dimirin."   MA / Mahmût Altintaş