Bêyî ku doza înşeata mizgeftê biqede ji bo hilbijartinê hat temamkirin 2023-04-29 10:21:22 ÊLIH - Li Êlihê mizgefta ku du karkeran lê canê xwe ji dest da û tê gotin dê tahsîsî Hîzbullahê bê kirin, bêyî pêvajoya doza înşeatê wê biqede ji bo propagandaya hilbijartinê bi dawî kirin.    Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar bajêr bi bajêr mizgêftên nû hatine çêkirin veguherandiye propaganda hilbijartinê. Tê gotin mizgefta li Esentepeya Êlihê hatiye çêkirin jî dê tahîsî Hîzbullahê bê kirin. Di meha mijdarê de qezaya kar li mizgeftê pêk hatibû û bûbû sedema mirina 2 karkeran û 24 karker jî birîndar bûbûn. Heta niha têkildarî qezaya kar tu darizandin nehatiye kirin. Hê bêyî ku doza qezaya înşeata mizgeftê bi encam bibe û tevî hemû îtîrazan mizgeft hat temamkirin. Tê gotin mizgeft ji bo propaganda hilbijartinê ya AKP-MHP-HUDAPAR’ê hatiye qedandin û vekirin. Mizgeft ji aliyê Şîrketa Fernasê ya ku xwediyê wê namzetê parlamenteriyê yê AKP’ê yê Êlihê Ferhat Nasiroglû ve hat çêkirin.    ‘DI MIZGEFTAN DE HEQARET LI MIROVAN DIKIN’    Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, veguhezandina siyaestê ya bo mizgeftan wek “Mescîd-î Dirar nirxand û got: “Di dîroka îslamê de Mescîd-î Dirar di serdema Emewiyan de derketiye holê. Di van mizgeftan de fitne dihat belavkirin. Niha jî Erdogan û partiya xwe mizgeftan veguherandine cihê siyasetê û kirine amûra propaganda hilbijartinê. Û li van mizgeftan heqaret li mirovan tê kirin.”   ‘AMÛRA PROPAGANDA HILBIJARTINÊ’   Demîr anî ziman ku tevî îtîrazên ji bo mizgeftê hatin kirin û doza qezayê didome jî lê dîsa jî hat vekirin û kirin propaganda hilbijartinê. Demîr da zanîn ku mizgeft jî ji aliyê namzetê parlamenteriyê yê AKP’ê yê Êlihê Ferhat Nasiroglû ve hatiye çêkirin û ser bûyera ku karkeran lê jiyana xwe ji dest dan jî hat girtin. Demîr destnîşan kir ku armanca wan ew e ku dîn bikin amûra siyasetê û îktidar ji xwe re wek amûrê bikar bîne. Demîr diyar kir ku mizgefta ku li dijî hiqûqê çêkirina wê hat temamkirin tê payîn di 3’ê gulanê de bê vekirin.