Avahiya terkkirî veguherandin cihê têkoşînê 2023-04-29 10:58:30   STENBOL - Îdiaya jinên Partiya Çepên Keskî ya “Gotina em bêjin û hêza me ya guhertinê heye” li buroya hilbijartinê ya jinan a li navçeya Kartalê şênber bû. 20 jinên ku avahiyeke terkkirî veguherandin cihê hevdîtina jinan, bi reng û keda xwe careke din cudatiya xwe nîşandan.   Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê li Stenbola ku xwediyê îdiayê ye bênavber xebatên xwe dimeşîne. Li 39 navçeyên Stenbol a ji 10 milyonan zêdetir hilbijêrên wê hene nêzî 300 buro hatin vekirin. Kesên ku tev li xebatan dibin jî diçin li her derî dixin. Li navçeya Kartalê 7 buroyên hilbijartinê hatin vekirin. Yek ji buroyên sereke ku gelekî balê dikişîne ser xwe buroya hilbijartinê ya jinan a li Yûkari Mahalleyê hatiye vekirine.    RENG Û CUDATIYA JINAN   Jinên ku hêj namzet nehatin diyarkirin ji bo buroyê ketin nava lêgerînê, avahiya terkkirî bi derfetên xwe ji nû ve ava kirin. 20 jinên ku bi şev û roj li buroyê xebitîn piştî ku avahî paqijkirin bi rengê zer, xemrî û spî boyaxkirin û kirin avahiya herî rengîn a taxê. Li ser dîwarê nêzî 20 mîtro ye û li ber avahiyê ye nivîsa “Gotina em bêjin û hêza me ya guhertinê heye” hate nivîsîn. Ev dîwar jî bû dîwarê ku jin li ber wêneyan bikişînin. Jinan her wiha seranserî cadeya ku buro lê ye bi flamayên Partiya Çepên Kesk xemilandin. Aliyê hilweşiyayî yê buroyê jî bi pankarta “Jin jiyan Azadî” ya nêzî 10 mîtroyan dirêj xweşiktir bû.    Nava buroya ku di hemû pencereyên wê de guldank a rengîn danîn bi pankartên “Em ê Peymana Stenbolê bi paş ve bînin” , “Jin bi hev re bihêz in” , “Dest nede vîna min” , “Em ê tundiya dewlet û mêr bi dawî bikin” , “Qanûna bi hejmara 6284’an bi cih bîne” , “Hemû jinên cîhanê bibin yek” hate xemilandin.    ‘EM GELEK RENGÎN IN PIR DENG IN’    Yek ji berpirsyara buroyê Selma Karaman, têkildarî xebatan wiha got: “Xebateke gelek zor û zehmet bû lê gelek bi keyf jî bû.” Karaman, anî ziman ku keda jinê cudatî afirand û wiha berdewam kir: “Her cihê ku destê jinê lê dikeve, xweşik dibe. Di her kêliya vê buroyê de kedeke cidî ya 20 hevalên me ya jin heye. Em gelek rengîn in, pir deng in. Em her roj 20 kesan tev li xebatan dikin. Em xebatan bi hv re dimeşînin.”   Karaman, bi lêv kir ku têkildarî buroyê bertekên erênî werdigirin û ev tişt gotin: “Buroya me ewilî avahiyeke terkkirî bû. Kesên rewşa wê ya dawî dîtin gotin rengekî cuda hatiye taxê. Bi taybetî jî nivîsa ‘Gotina em bêjin û hêza me ya guhertinê heye’ gelek balê dikişine. Ji her beşê mirov tên buroyê ev yek jî me gelek keyfxweş dike. Xebatên jinan ne tenê aydê partiyeke siyasî ne. Me armanc kir ku hêza jinan derxînin holê û vê veguherînin rêxistinkirinê, ji ber vê yekê jî me buro vekir. Vê rewşê moral û motîvasyoneke baş da.”   HELWESTA HILBIJÊRAN   Karaman a qala xebatên hilbijartinê yên taxê jî kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber zextên desthilatê em dibînin ku gelek hilbijêr nikarin bêjin ‘em bi we re ne’. Mesela li bazaran gelek jin belavokên ku em belav dikin nagirin lê destê xwe li milê me didin dibêjin ‘em ji we ne, rehet bin’. Em weke jin difikirin ku wê sibeya 15’ê gulanê tabloyeke xweş derkeve holê.”   MA / Ergîn Çağlar