Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin 2023-04-29 12:18:31 ENEQERE - Nûnerê Basin Îşê yê Herêmê Tûrgût Dedeoglû diyar kir ku her ku hilbijartin nêz dibe zextên li ser kedkarên çapemeniya azad jî zêde dibin û got: “Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin. Wê nikaribin rojnamevanan bêdeng bikin.”    Piştî ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê di salên 2013-2015’an de bi dawî bû, dîsa polîtîkayên şer ketin dewrê. Ev polîtîka herî zêde li dijî siyasetmedar, parêzer, rewşenbîr û rojnamegerên kurd hatin kirin. Her ku hilbijartinên Serokkomariyê û Parlamenteriyê yên di 14'ê Gulanê nêzîk dibin, zextên li ser rojnamevanan zêde dibin. Di 8’ê Hezîrana 2022’yan de di encama serdegirtinên li ser kargehên produksiyonên kurd, JINNEWS’ê de 16 rojnameger hatibûn girtin. Piştre di 25’ê Cotmeha 2022’yan de jî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di serdegirtina buroyên Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS’ê de 11 rojnameger hatin binçavkirin. Ji rojnamegerên hatin binçavkirin 9 jê hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 25'ê Nîsanê de zêdeyî 140 kesî di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Di van serdegirtinan de Edîtorê MA’yê Abdurrahman Gok, nûçegihanê MA’yê Mehmetşah Orûç, Nûçegihana JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer, rojnameger Remzî Akkaya, Mîkaîl Barut bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Herî dawî îro jî Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû û Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hatin binçavkirin.   Nûnerê Basin Îşê ya girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Tûrgût Dedeoglû operasyonên binçavkirin û girtinê yên li dijî rojnamevanan nirxand.    ‘HELWESTA LI DIJÎ HILBIJARTINÊ YE’    Dedeoglû van operasyonên wek tevdîrên îktidarê yên beriya hilbijartinê ye li dijî Çapemeniya Azad pêk tîne nirxand û got: “Binçavkirina Hevseroka DFG’ê Dîcle pir eşkere vê helwestê nîşan dide. Ev tişt nayê qebûlkirin. Rojnamevanên hatine binçavkirin, endamên Basin Îşê ne. Her wiha di jêpirsînên li emniyete de ji rojnamevanan tê pirsîn ku çima endamên Basin Îşê ne. Ev yek jî rewşa Tirkiyeyê ku gihîştiyê nîşanî me dide. Em dibêjin ku ev operasyon helwestek li dijî hilbijartinê ye.”    ‘WÊ NIKARIBIN ROJNAMEVANAN BÊDENG BIKIN’    Dedeoglû bal kil kişand zêdebûna zextên li ser Çapemeniya Azad û wiha got: “Wê hin bêtir bi tundî bi ser çapemeniya azad ve werin ku dengê wê qut bikin. Îro belkî du rojnamevan hatibin binçavkirin, dibe ku sibê bibin çar rojnamevan. Ne mimkûn e ku dengê çapemeniya azad qut bikin. Ne dikarin bi binçavkirin û girtinan dengê çapemeniya azad qut bikin ne jî dikarin pêşiya nûçeyên rojnamevanan bigirin. Van li gorî xwe van tevdîran girtiye. Wê tu demê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin. Wê nikaribin rojnamevanan bêdeng bikin. Dibe ku operasyonên xwe berfirehtir bikin lê wê nikaribin dengê heqîqetê qut bikin. Li dijî binçavkirin û girtina rojnamevanên kurd kes dengê xwe dernaxe. Ev yek jî dibe sedema ku îktidar hin bêtir bêserûber bi ser rojnamevanan ve were. Heke îro dora rojnamevanên kurd be wê sibê jî dora rojnamevanên muxalîf, çepgir be. Divê em bi deng û zimanek bilind û hişk van neheqiyan şermezar bikin û pêşî lê bigirin.”    MA /  Yusra Batihan