HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin 2023-04-29 13:30:51   ENQERE - Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê têkildarî girtina namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Ayten Donmez daxuyanî da û wiha got: “Namzeta me Ayten Donmez bi delîlên sexte û bi dozger û dadgerên hilbijartî re hate girtin. Ev rastî dê bi rapora kesê pispor jî eşkere bibe.”    Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî girtina namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez di 26’ê nîsanê de, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de qala hilbijartinan hate kirin û ev tişt hatin gotin: “Rejîma AKP-MHP’ê her ku fêm dike dê têk biçe, weke her carê dike dîsa serî li operasyonên qirêjî da ku her carê vala derdikevin. Operasyona qirkirinê siyasî ya çendek roj berê li dijî parêzer, hunermend, dayik û endamên me yên MYK’ê hatiye kirin, di 26’ê nîsanê de bi girtina namzeta me ya Kocaeliyê Ayten Donmez hate domandin. Ji bi lez û bez girtina namzeta me diyar dibe ku ji ber têkçûnê di nava tirseke mezin de ne. Li gel ku biryara nepeniyê ji bo dosyaya lêpirsînê hatiye dayîn jî, ji deqeyên ewil ên binçavkirinê re wêneyên sexte li ser çapemeniyê dan belavkirin û xwestin serê gel tevlihev bikin. Encamên krîmînal ên alîgir ên cendirmeyan weke delîl hatin nîşandan û bi rêya dozger û dadgerên hatine hilbijartin namzeta me hate girtin.”    ‘DÊ OPERASYONÊN BI VÎ RENGÎ ME JI RÊYA ME NEKIN’    Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji ber biryara nepeniyê parêzerên dosyayê jî nekarîn xwe bigihînin naveroka dosyayê lê ev agahî li ser çapemeniya hawîzê hatin parvekirin. Gelo ev agahî çawa gihiştin ber destê çapemeniya hawîz? Gelo ev agahî ji hêla wezîrê karên sûcan ve hatiye pêşkeşkirin ku namzeta me hedef nîşan dabû? Gelo ma nediyare ku ev agahî ne bi destê darazê lê weke kompaseke siyasî bi destê wezîrê karên sûcan ve hatiye organîzekirin? Dema rapora kesê pispor û qeydên HTS’ê yên parêzerê me daxwaz kirin derketin, dê derkeve holê ku wêneyê weke delîl hatiye nîşandan ne namzeta me ye. Di vê rewşê de gelo dê serokkomar, wezîrê karên sûcan û hemû berpirsyar îstîfa bikin? Em dixwazin tevahiya raya giştî baş pê bizane ku namzeta me Ayten Donmez di dilê gel de palamenter e. Dê tu dozên kompasê nekarin vê heqîqetê biguherînin. Dê ev operasyonên we nekarin me ji rêya me bikin û dê nekarin pêşî li ber têkçûna we bigirin.”