Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê 2023-04-29 13:38:32   RIHA - Malbata Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de wiha got: “Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê.”    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 768’an de berdewam kir.    Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, Emîne Şenyaşar nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand û Ferît Şenyaşar jî ji bo xebatên hilbijartinê daket kolanan.    Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Dijberiya edaletê ne bêedaletî lê zilm e. Hêvî û daxwaza ewil û lezgîn a civakê ya ji serdema nû jî edalet e. Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê.”