‘Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne’ 2023-04-29 14:15:02   ENQERE - Parlamenterê CHP’ê yê Enqereyê Yildirim Kaya yê bertek nîşanî operasyonên li Amed û Enqereyê dan, anî ziman ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne.    Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Enqereyê Yildirim Kaya bi parvekirina xwe ya li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bertek nîşanî operasyonên li Amed û Enqereyê dan. Kaya yê ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got “darbe” pirsa “Ev lez û amadekariya çiye?” kir û wiha got: “Tehamula kesên xwe ji şahiya demokrasiyê re amade dikin ji bêhnên pîs re nîne. Operasyonên binçavkirinê yên li Amedê li dijî rojnamevanan û saziyên çapemeniyê hatin kirin li Enqereyê didome. Suleyman Soylû tu bûyî namzetê parlamenteriyê lê te dest ji Wezareta Karên Hundir berneda. Niha jî rayeya wezaretê ji bo bêdengkirina muxalefetê bikartînî. Bisekine ji şahiya demokrasiyê re hindik ma.”