Bi girseyî serdana şîna Mehmet Karahan hat kirin 2023-04-29 15:56:55 AMED - Bi girseyî serdana şîna endamê HPG’ê Mehmet Karahan ê li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabû hate kirin.    Malbata endamê HPG’ê Mehmet Karahan (Egîd Amed) ê di sala 2022’yan de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da li mala xwe ya li gundê Simakî yê navçeya Sûra Amedê şîn danî. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, endam û rêveberên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrguşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER), Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ya Amedê, Tevgera Jînen Azad (TJA), Komeleya Hewldana 78'an a Amedê serdana şînê kirin.    Kesên tev li şînê bûn ji malbata Karahan re sersaxî xwest.