Basin-Îş: Binçavkirin û girtina rojnamevanan pirsgirêka hemû civakê ye 2023-04-29 15:57:34 STENBOL - Basin-Îşê bertek nîşanî binçavkirin û girtina rojnamevanan da û got: “Binçavkirin û girtina rojnamevanan rasterast destwerdana ewlehiya hilbijartinê û hilbijartinê ye.”    Sendîkaya Karkerên Pîşesaziya Ambalaj û Çap, Sêwirandin, Grafîk, Rojnamevaniya Weşanê û Çapemeniyê ya Tirkiyeyê (Basin-Îş) a girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) têkidlarî binçavkirin û girtina rojnamevanan li navenda xwe ya giştî ya li Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist.    Di civînê de pankarta “Ji rojnamevan, nûçe û kedê re azadî” hat daliqandin. Serokê Giştî yê Basin-Îşê Farûk Eren û gelek rojnamevan tev li bûn.    Rojnamevan Candan Yildiz di civînê de axivî û diyar kir ku binçavkirin û girtina rojnamevanan destwerdana sindoqên hilbijartinê ye û got: “Demek dirêj e li ser rojnamevanan û nûçeyan zextên zêde hene. Hema bêje azadiya çapemeniyê û derbirînê êdî nemaye, ji holê hatiye rakirin. Tirkiye di warê azadiya çapemenî û derbirînê, qada mafên bingehîn û azadiyan de ketiye rêza herî dawî. Ji statîstîkan wêdetir rewşek xeternak heye. Em bi xwe bi rewşek wiha re rûbirû mane. Rojnamevan li pey hev tên girtin. Hejmara rojnamevên di zindanan de gihîştiye rewşek xeternak. Sala par li Amedê 16 rojnamevan, li Enqereyê 9 rojnamevan hatin girtin. Hê jî girtî ne. Di operasyona 25’ê ya navenda wê Amedê bû de 4 hevalên me hatin girtin. Ji rojnamevanên hatin girtin Bêrîtan Canozer endama sendîkaya me ye. Hevalên me rojnamevan bi nûçe, wêne û dîmenên xwe heqîqetê vegotin. Vê sibehê jî endama me Dîcle Muftuoglû û rojnamevan Sedat Yilmaz li gel malbata xwe hatin binçavkirin.”    ZEXTÊN SÎSTEMATÎK DIDOMIN    Yildiz anî ziman ku girtina rojnamevanên dawî berdewamiya zextên sîstematîk ên li ser rojnamevanên kurd e û wiha got: “Ber bi hilbijartinê ve operasyonên li dijî rojnamevanan pêk tên rasterast destwerdana nûçeyan, ewlehiya hilbijartinê û hilbijartinê ye. Li deverên hevalên me tên girtin, ji bo çêkirina nûçeyan û ewlehiya hilbijartinê fikarên me zêdetir dike. Du hefte şûnve hilbijartin heye. Banga me wiha ye; Bila hevalên me binçavkirî û girtî demildest werin berdan. Bila darizandinên rojnamevanan werin betalkirin an jî li dadgehên serbixwe werin darizandin. Ya bila hemû qanûnên ku azadiya çapemeniyê û derbirî sînordar dikin werin betalkirin an jî ji nû ve bên çêkirin.”    ‘PIRSGIRÊKA CIVAKÊ EY’    Yildiz destnîşan kir ku binçavkirin û girtina rojnamevanên kurd tenê ne pirsgirêka rojnamevanên kurd e, ev pirsgirêk hemû civakê, partiyên siyasî û rêxistinê pîşeyî eleqedar dik.    ‘EM Ê QEBÛL NEKIN’    Rojnamevan Farûk Eren jî diyar kir ku îktidar gefan li her kesê ku ne wek wê difikire dixwe û derbarê binçavkirin û girtinên dawî de wiha got: “Van operasyonên ku nayên rawestandin nîşanî me dide ku em ne li welatek demokratîk dimînin. A rast em ne di pêvajoyek demokratîk de diçin hilbijartinê. Lê em ê vê qebûl nekin û em ê vê rewşê biguherînin.”    ‘TIRKIYE XWE LAWAZ DIKE’    Herî dawî xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê rojnamevan Huseyîn Kalkan axivî û got ew nikarin binçavkirin û girtinan tenê di çarçoveya azadiya derbirîn û çapemeniyê de binirxînin. Kalkan destnîşan kir ku binçavkirin û girtin êrişa li dijî mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd e û wiha got: “Operasyonek naqede, yeka din li dar dixin. Binçavkirina rojnamevan, siyasetmedar û hiqûqnasan her roja ku diçe zêdetir dibe. Hejmar zêde dibe. Ev demeke her kevirê ku îktidara AKP-MHP’ê radike, dikevin ser lingê wan. Her operasyona ku pêk tînin wan di çavê raya giştî ya cîhanê û Tirkiyeyê de lawaz dike û dike rewşa aciziyê. Wê kurd vê operasyona ku nahêle îradeya wan a bijartinê xwe di hilbijartinê de nîşan bide pûç bikin.”