AKP’iyên tevî cerdevanan xebatên hilbijartinê dikirin ji gund hatin qewirandin 2023-04-29 17:06:10   ERZIROM - AKP’iyên ku li gundên Erziromê tevî cerdevanan xebatên hilbijartinê dimeşandin, rastî berteka gel hatin û bi gotinên; “Hûn her roj ji me re dibêjin ‘terorîst.’Hûn bi kîjan rûyî tên vê derê” ji gund hatin qewirandin.    Namzetên parlamenteriyê yên AKP’ê yên Erziromê li gundan gefan li gel dixwin ku dengê xwe bidin AKP’ê. Hat ragihandin ku AKP’iyên ku çûn gundên navçeya Qereyaziyê wiha gef li gel xwarine: “Heke hûn dengê xwe nedin me, em ê bo we xizmetê nekin.”    Namzetê parlamenteriyê yê AKP’ê Abdurahîm Firat jî li gel cerdevanan çû gundê Qeregiviş ê Qereyaziyê. Şêniyên gund jî bi gotina “Hûn her roj ji me re dibêjin ‘terorîst’, hûn bi kîjan rûyî tên vê derê” bertek nîşan dan. Hat zanîn ku li ser vê yekê cerdevanan bi tundî bersiv da vê bertekê. Hat zanîn ku li ser vê yekê gel û cerdevan bi şer çûn û AKP’î ji gund hatin derxistin.    LI TATOS’Ê KOMIR HATE BELAVKIRIN   Balkêşe ku tevî demsala biharê jî AKP komirê li gel belav dike. Endamên Partiya Çepên Kesk dema li Tatosê xebatên hilbijartinê dimeşandin, dîmenên kêliyên ku AKP’î li navçeyê komirê belav dikin kişandin. Lê tê dîtin ku gel guh nade vê hewldana AKP’iyan.