'Jin dê AKP'ê bikin partiya tabelayê' 2023-04-29 18:27:13 NAVENDA NÛÇEYAN- Partiya Çepên Kesk k udi çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi jinan re civiya got: “Jin, dê AKP’ê bikin partiya tabelayê.” Partiya Çepên Kesk, li Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. KOCAELÎ Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Daricayê ya Kocaeliyê bi jinan re civiya. Civîna bi jinan re li büroya hilbijartinê ya li Taxa Kazimkarabekirê çêbû. Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, namzetên Partiya Çepên Kesk ên Kocaeliyê Serpîl Topal, Selda Îlgoz Koçyîgît, Kûdret Davûtoglû, Fatma Yildirim, Zelîha Goksûguzel û Eylem Arzû Kayaoglû û gelek kes tevlî civînê bûn. Derdora büroya hilbijartinê ya Daricayê bi alayên Partiya Çepên Kesk hat xemilandin. Di vekirina buroyê de dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Liv ir ewilî Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Aynûr Santo axivî. Santoyê êrişa duh li büroya wan hat kirin şermezar kir. Santoyê bilêv kir ku ew natirsin û got ku dê di 14’ê Gulanê de li ser sindoqan hesab bipirsin û vê ferasete di sindoqan de bifetisînin. ‘RÊYA ME RÊYA SÊYAN E’ Paşê Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Arzû Eylem Kayaoglû axivî. Kayaoglûyê bal kişand ser kuştina jinan û êrişên li ser Dayikên Şemiyê. Kayaoglûyê bertek nîşanî girtina Namzeta Kocaeliyê Ayten Donmezê jî û got ku Donmez bi fermana Suleyman Soylû hatiye girtin. Kayaoglûyê got: “Em jin û ciwan em ê hesabê herî mezin di 14’ê Gulanê de li ser sindoqan bipirsin. Rêya me, Rêya Sêyan e û ev rê rêya komara demokratik e.” Paşê Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca axivî. Ûcayê bal kişand ser operasyona li hemberî çapemeniyê û got ku dê li ber zextan serî netewînin. Ûcayê destnîşan kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê hilbijartinên dîrokî ne û êrişa li ser büroya hilbijartinê ya jinan şermezar kir. Ûcayê bilêv kir ku jin dê AKP’ê bikin partiya tabelayê û got ku jin dê bilêta AKP’ê bibirin. Ûcayê di dawiyê de bilêv kir ku ew ê li her derî bibêjin “jin, jiyan, azadî” û ew jin dê pênûsa Nagihan Akarselê li erde nehêlin. Piştî axaftinan jinan bi tilîlî û çepikan büroya hilbijartinê vekir. Piştî vekirina buroyê govend hat gerandin. Polîsên ku coşa gel tamûl nekirin, piştî çalakiyê jina bi navê Halîme Şik (80) ji berk u temziya kesk û sor û zer daye sere xwe binçav kirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Çayirovayê.  ANTALYA Partiya Çepên Kesk li Antalyayê jî bênavber dixebite. Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Antalyayê Canan Çalagan û gelek endamên partiye li Komeleya Çerkezan a Antalyayê bi jinan re civiyan. Şande li vir bi eleqeyeke mezin ji aliye jinên çerkez ve hat pêşwazîkirin. Çagalan li vir guh li pirsgirêkên jinên çerkez kir û got ku çerkez jî rastî cihêkariyê tên. Çalagan ji bo ku çerkez di qada siyasî de berbiçav bibin doza piştgiriyê li çerkezan kir û got: “Em ê ji bo nasnameya jinên çerkez bixebitin.”   Piştî axaftinan xwarinên herêmî yên aîdî çanda çerkezan hatin îkramkirin.  SEMSÛR   SEMSÛR - Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Alî Kenanolû ku di vekirina buroya hilbijartinê ya navçeya Samsadê de axivî balkişand ser binçavkirinên dawî û got: "Ji bo desthilatdariya xwe ya zilimkar bidomînin hertiştî dikine. Lê çi dikin bila bikin em ê wan di 14'ê gulanê de bişînin."   Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê yên bajêr Alî Kenanoglû, Îzzet Karadag û Bulent Çinar ve li navçeya Samsadê buroya hilbijartinê vekir. Şeniyên taxê ku li ber buroya hilbijartinê kom bûbûn, bi çepik û tilîliyan vekirina buroyê pîroz kirin.   Di destpêke de namzetê parlamenteriyê Bulent Çinar axivî. Çinar anî ziman ku Samsad bi dîroka xwe navçeyeke kêvnare ye û wiha got: "Samsad ku beriya mîladê 50 hezar nufusa wê hebû, lê niha 7 hezar nufûsa wê heye. Ev yek jî nîşan dide ku dîroka Samsadê nehatiye parastin."   Piştre jî namzetê parlamenteriyê Îzzet Karadag axivî û bal kişand ser erdheja ku di sala 2017'an de li Samsadê çêbû û ev tişt gotin: "Lê tevî 6 salan jî xaniyên mexdûrên erdhejê yên Samsadê nehatine çêkirin. Desthilata AKP-MHP'ê niha jî dibêje ku em ê li Semsûrê xaniyên mexdûrên erdhejê çêbikin, lê ji rewşa Samsadê jî diyar e ku ev yek derew e."   Herî dawî jî namzetê parlamenteriyê Alî Kenanoglû axivî. Kenanoglû jî diyar kir ku li Samsadê hê jî xaniyên mexdûrên erdheja sala 2017'an nehatine çêkirin û wiha got: "Lê tevî ku ev rastî li holeyê desthilata AKP-MHP'ê dibêje em ê pediviya xaniyan ên maxdurên erdhejê dabin bikin. Ji ber vê, em hêviya tu çareseriyê ji vê desthilatê nakin. Jixwe ev desthilat wê 14'ê gulanê de biçe, em ê wê bişînin. Ji ber vê jî îro dîsa operasyon û binçavkirin çêbûn, ji bo desthilatdariya xwe ya zilimkar bidomînin her tiştî dikin. Lê çi dikin bila bikin em ê wan di 14'ê gulanê de bişînin."   Piştî axaftinan buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin. MÛŞ Li Mûşê jî namzetê bajêr Sezaî Temellî li gundên girêdayî navenda bajêr û namzet Sumeyye Boz jî li gundên navçeya Kopê û Serhat Dûrsûn jî li gundên Gumgumê hevdîtin bi gel re kirin.