Li gundên Semsûrê hê jî pirsgirêka tuwaletê nehatiye çareserkirin 2023-04-29 18:44:07   SEMSÛR - Namzedê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Semsûrê Alî Kenanoglu ku çû gundê Elîfiyê yê kurdên elewî, diyar kir ku welatiyên ku malên wan di erdhejê de xera bûne di konan de ne û pêwîstiya wan bi tuwaletê heye û got ku divê pirsgirêk rojek berî rojekê bên çareserkirin. Partiya Çepên Kesk li Semsûrê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. Namzetê parlamenteriyê yê Semsûrê Alî Kenanoglu û şandeya pê re di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana gundê Elîflî (Îpekli) yê navenda Semsûrê kirin û guh li pirsgirêkên mexdûrên erdhejê kirin. Alî Kenanoglû diyar kir ku xaniyên li gund bi temamî hilweşiyane û got: "Gelek kes di konan de dimînin lê tevî vê yekê tenê 2 tuwalet li gund hene û ev jî li taxa jorîn bi cih kirine. Pediviya mirovan li tuwaletê heye. Êşeke giran heye. Ev gund gundekî ku bi hilberîna çandiniyê re mijûl dibe, ji bo hilberîna xwe bidomîne divê gundî li cihê xwe bimîne.” Kenanoglû destnîşan kir ku divê di demeke herî kurt de pirsgirêkên gundiyan bên çareserkirin û wiha got: “Divê ev gel li cihê ku lê dijîn bidomînin da ku hilberîn bê kirin. Gundî tiştên pêwîstiya gel çêdikin, lê derfeta bicihkirina wan nemaye. Em dibêjin dewlet nîne, tu carî neçûne vî gundî."