Parêzer Ataş û keseke din jî hatin berdan 2023-04-29 20:17:10     AMED – Parêzer Gulîstan Ataş k udi çarçoveya operasyona navenda wê Amed de hatibû binçavkirin bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan. Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, ji ber îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik di 25’ê Nîsanê de li 21 bajaran rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de 144 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên binçavkirî 48 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û 91 kes jî hatin berdan. Ji kesên binçavkirî parêzer Gulîstan Ataş û Nûda Dogan piştî îfadeya li midûriyeta polîsan îro dane êvarî sewqî edliyeyê hatin kirin. Ataş û Dogan piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê koontrolkirina edlî sewqî dadgeriyê hatin kirin. Dadgeriyê her du kes bi şertê kontrolkirina edlî berda. Heya niha ji 144 kesên hatine binçavkirin 48 kes hatine girtin û bi berdana Ataş û Dogan re hejmara kesên hatin berdan jî bû 93. Hat diyarkirin ku di çarçoveya operasyonê de tu kesên binçavkirî nemane.