Ahmet Turk: Bêyî kurdan dê nikaribin gavekê jî biavêjin 2023-04-29 21:15:03 MÊRDÎN - Li Mêrdînê û gundê û navçeyên wê xebatên hilbijartinê didomin. Siyasetmedar Ahmet Turk ku di vekirina büroya hilbijartinê de axivî, bilêv kir ku hilbijartina 14’ê Gulanê hilbijartineke dîrokî ye û got ku tu vîneke siyasî dê nikaribe bêyî kurdan gavekê biavêje.   Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Mêrdînê û gund û navçeyên wê bênavber xebatên xwe didomîne. Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Berîtan Guneş, Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar û yên bi wan re li navçeya Rişmilê büroya hilbijartinê vekirin û bi gel re civiyan.   Guneş, siyasetmedar Ahmet Turk, Parlementera HDP’ê Pero Dundar û yên bi wan re li Taxa Kayacanê ya navçeya navendî Artûklûyê büroya hilbijartinê vekirin.    Siyasetmedar Ahmet Turk ku li vir axivî, diyar kir ku hilbijartina bê hilbijartineke dîrokî ye û got: “Em dixwazin hemû kesên ku dijminatiya kurdan dikin, navê wan di dîrokê de winda bibe. Ev hilbijartin, ji bo siberoj, azadî û aramiya kurdan hilbijartineke dîrokî ye. Niha du hezar kurd di girtîgehan de ne. Polîtîkayên qirêj ên li hemberî kurdan didomin. Divê em vê siyaseta qirêj hilweşînin.”    Turk bibîr xist ku ji ber doza girtinê HDP bi navê xwe beşdarî hilbijartinê nabe û got ku ji ber vê dê  di bin banê Partiya Çepên Kesk de tevlî hilbijartinê bibe. Turk wiha domand: “Em ê li dijî pergala qirêj a Erdogan, di hilbijartin serokkomariyê de dengê xwe bidin birêz Kiliçdaroglû. Tu siyaset bêyî gele kurd nikare gavekê biavêje. Bêyî gele kurd nikarin li meclisê tiştekî bikin. Lewma em partiya xwe mezin bikin û wê bişînin meclisê.”   BANGA JI BO MÎTÎNGA QOSERÊ   Turk bibîr xist ku dê di 5’ê Gulanê de li Qoserê mîtîngekê li dar bixin û got: “Em dixwazin tevahiya gele me tevlî vê mîtîngê bibe. Bila her kes denge gelê kurd bibihîze.”    Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin.    Li Taxa Yenîşehîrê ya Artûklûyê buroyeke din a hilbijartinê hat vekirin. Namzetên bajêr Leyla Kaya û Berîtan Guneş, Parlementera HDP’ê Pero Dundar, rêxistinên bajêr û navçeyê yên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê û gelek kes tevlî vekirina buroyê bûn.    ŞEMREX    Tevgera Jinên Azad (TJA), li Taxa Kocakentê ya navçeya Şemrexê bi jinan re civiya. Her wiha namzetê bajêr Selahattîn Ertaş û yên pê re jî li gundê Hindirês, Tirbikê, Yewrê û Têznê hevdîtin bi gundiyan re kirin.    DÊRÎK    Li Dêrikê jî serdana gundên Hedreşê û Qerejdaxê hatin kirin. Partiya Çepên Kesk, bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê welatiyan bi coşeke mezin govend gerand.   NISÊBÎN    Li bajaroka Kertwênê ya Nisêbînê jî buroya hiblijartinê hat vekirin. Rêxistina HDP’ê û Rêxistina Partiya Çepên Kesk ên Nisêbînê, aktivîstên TJA’yê û bi sedan kes tevlî vekirina buroyê bûn. Piştî govendgerandinê û axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin.