ROJEV 30’YÊ NÎSANA 2023’YAN 2023-04-30 09:00:21   * Girtiyê nexweş Eyup Kodîn ku ji ber nexweşiya xwe di 5'ê sibatê de cezayê wî 3 mehan hatibû taloqkirin, cardin hate girtin.    * Nûnerên Partiya Çepên Kesk û HDP'ê diyar kirin ku li Mûglayê potansiyela zêdekirina dengan heye û wiha gotin: "Em li kuçeyê dibînin, em ê ji vir parlamenterekî bişînin meclisê."    * Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Bûrsayê Azra Gullupinarê diyar kir ku dê li dijî xizanî, talan, kedxwarî, zilma KHK'an, tecrîd û şer li qadên 1'ê Gulanê bin û wiha got: "1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya hilbijartinên 14'ê Gulanê."    * Li Girtîgeha Kurkçulerê rêveberiya girtîgehê ji xizma girtiyekî ku platîn di nigê wê de ye xwestiye du caran di X-Rayê re here. Xizmên girtiyan jî bertek nîşan daye. Ji ber vê li 11 xizmên girtiyan cezayê qedexekirina hevdîtinê hatiye birîn.   * Xelkê Wanê diyar kir ku dê di hilbijartinê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û wiha gotin: “Desthilatdarî êdî asê bûye, dê vê carê teqez têk biçe.”    * Rojnamevan Ahmet Kanbal ê di operasyona navenda wê Amedê bû de hat binçavkirin û berdan wiha got: “Ji bo ku Suleyman Soylû twîtek parve bike, sê çar peyvan binivisîne ev operasyon hat kirin.”    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 769’an de berdewam bike.    *Partiya Çepên Kesk dê li gelek bajaran xebatên hilbijartinê bidomîne. (10.00-21.00)   * Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li gel namzetên partiya xwe dê li Amedê serdana DFG, OHD, Şanoya Bajêr û dikandaran bike. (10.30-15.00)   * Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê bi sernavê “Ji duh heta îro siyaseta tecrîdê” li Navenda TUM BEL-SEN’ê sempozyumekê li dar bixe. (10.30-17.00)     * Partiya Çepên Kesk dê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, li Qada Bagcilar a Stenbolê bi gel re bê ba hev. (17.00) ZINDÎ