Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin 2023-04-30 10:40:54 STENBOL - Înfaza nivîskar Nîzam Algunerhan ku ev 30 sal in girtî ye, care duyemîn bi heman sedeman hate şewitandin.    Înfaza nivîskar û wergêr Nîzam Algunerhan ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin û ev 30 sal in girtî ye, bi hincetên weke “Tevli çalakiyên çandî nabe”, “Bi endamên PKK’ê re di heman qawîşê de dimîne”, “Li gel girtiyan tev li çalakiyên sporê dibe” û bi sedema ku bi îtîrazên xwe yên li dijî binpêkirinan re “Karê gardiyanan zehmet dike” cara duyemîn hate şewitandin. Algunerhan ji 4’ê kanûna sala 1992’yan heta niha girtî ye. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ya Hejmar 1 a Amedê di 6’ê adara sala 1995’an de bi îdiaya “Pergala makeqanûnê û yekitî û yekparetiya dewletê ji holê radike” 36 sal cezayê hefsê da Algunerhan. Di dema girtina xwe de Algunerhan li girtîgehên Mûş, Amed, Yozgat, Îzmîr ve û gelek girtîgehên din hate ragirtin. Her dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Boluyê hate kirin.    ÎNFAZA WÎ CARA DUYEMÎN HATE ŞEWITANDIN   Dihat payîn ku Algunerhan di 27’ê mijdara 2022’yan de were berdan lê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê înfaza wî şewitand û biryara xwe jî di 16’ê mijdara 2022’yan de jê re teblîx kir. Lijne, di 15’ê adarê de dîsa civiya û bi heman hincetê înfaza Algunerhan cara duyemîn şewitand û ji bo 3 mehan hate taloqkirin.    JI HILBERANDINÊ DÛR NEKET   Pismamê Nîzam Algunerhan ê bi navê Bîlal Algunerhan diyar kir ku pismamê wî di girtîgehê de bala xwe daye ser wêje û hunerê û heta niha 15 pirtûk wergerandine. Bi domdarî Algunerhan wiha got: “Lê piştre dema derbasî girtîgehên bi tîpa F’yê bûn, tevahiya van pirtûkan hatin tunekirin. Dema mirov girêdana Nîzam a ji bo wêje, jiyan û hunerê dibîne, bi rastî jî mimkin nîne ku bandor li me mirov nebe. Tu carî ji hilberandinê qut nebû. Ev yek nîşan dide bê ka çiqasî girêdayî jiyanê ye. Bi taybet jî li ser zimanê kurdî û wêjeyê xebatên pir girîng kirin. Heta di girtîgehê de jî ji bo ziman û wêjeya kurdî kedeke mezin dide.”   GELEK NEXWEŞÎ LÊ PEYDA BÛN   Bi domdarî Algunerhan da zanîn ku di nava 30 salên girtîbûnê de gelek nexweşî li pismamê wî peyda bûne û axaftina xwe wiha qedand: “Lê van nexweşiyan jî nekarîn mirûz û motîvasyona wî xerab bikin. Nîzam, pirtûka bi navê Momo ya nivîskarê alman Michael Ende werger kir. Her wiha pirtûka Victor Hugo ya bi navê ‘Roja Dawî ya Mehkûmeke Îdamê’ ji zimanê fransizî wergerand kurdî. Wî ji me re şandibû. Min ev pirtûk veşart. Min xwest dema ji girtîgehê derket em bi hev re ji çapxaneyê derxînin. Lê tehliyeya wî cara duyemîn hate astengkirin. Li gel Nîzam, her wiha înfaza 12 girtiyên din jî hatin şewitandin. Toleransa ji bo girtiyên edlî yên Ergenekonê, ji bo girtiyên kurd nayê nîşandan. Bi dehan girtiyên nexweş hene. Cotstandartiyê dikin. Em vê nêzikatiyê qebûl nakin. Poşmantiyê li girtiyeke ku 30 salan di girtîgehê de maye ferz dikin.”