‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’ 2023-04-30 16:08:55   ENQERE - Parêzer Omer Farûk Yazmaci diyar kir ku tecrîd li girtîgehan belav bûye û got: “Piştî girtîgehên tîpên S, her der bûye Îmrali.”    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê sempozyûma “Ji duh heta îro siyaseta tecrîdê” di roja duyemîn de didomîne. Di rûniştina duyemîn a sempozyûmê de endamê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê parêzer Omer Farûk Yazmaci axivî û diyar kir ku li girîgehên nû “mekanên modern” hatine vekirin û qetlîam jî li girtîgehan dest pê kirine.    Yazmaci da zanîn ku dewlet bi çavê dijminatiyê li girtiyên siyasî dinêre, lewma îşkence li wan dike û wiha got: “Dewlet zextên xwe yên li girtîgehan berdewam dike. Rêya tecrîdê di tenêhiştinê de derbas dibe. Ji sala 2014’an vir ve li Tirkiyeyê 200 girtîgeh hatine vekirin. Di sala 2021’an de girtîgehên tîpên Ewlehiya Bilind û S li girtîgehan hatine zêdekirin. Meriv dema tecrîdê li ser tîpên F, Y û S’yê binirxîne dê baştir were fêmkirin. Her tişt li van girtîgehan qedexe ye. Piştî girtîgehên tîpên S, her der bûye Îmrali. Her wiha girtîgehên tîpa ewlehiya bilind jî Îmralî ne.”    ‘HETA MIROV JI DEWLETÊ FÊM NEKE MIROV JI TECRÎDÊ FÊM NAKE’    Parêzer Halîl Îbrahîm Vargun jî axivî û wiha gotÇ “Girtîgeh ew cih in ku tenê ne azadiya mirovan desteser dike, cihê herî mezin ên cezakirina bêmirov hiştinê ne. Ji bo mirov ji girtîgeh, hiqûq û edaletê fêm dike divê mirov têkiliya siyaset û dîrokê baş girê bide. Heta mirov dewletê fêm neke ne mimkûn e mirov ji tecrîdê fêm dike.”