Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê 2023-04-30 16:09:47   AMED -  Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz çûn serdana DFG û MKGP’ê. Di serdanê de peyamên piştevaniyê hatin dayîn û hat destnîşankirin ku dê Çapemeniya Azad serî netewîne.   Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz çûn serdana Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ku endamên wan hatin binçavkirin û girtin. Hevseroka DBP’a Amedê Hasîbe Yazdik, Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Pinar Sakik û Abbas Şahîn, siyasetmedara kurd Çaglar Demîrel û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy jî di serdanê de cih girtin.    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di serdanê de axivî û diyar kir ku di her hilbijartinê de rojnameger dibin hedef. Uçar, anî ziman ku rejîmên rejîmên zordest hewl didin tiştên di nava civakê de diqewimin veşêre û wiha got: “Lê çi bikin jî rastî derdikeve holê. Ev yek jî bi saya rojnamegeran dibe. Em agahiyên ku hikûmet dixwaze veşêre bi rêya rojnamevanan hîn dibin. Kevneşopiyek Çapemeniya Azad heye ku tu carî nehatiye înkarkirin. Ev êriş ne tenê li dijî rojnamevanan e. Her wiha destwerdana li hemberî rastiya civakê ye."   ‘HEWL DIDIN ÇAPEMENIYA AZAD TENGAV BIKIN’   Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz axivî û diyar kir ku girtina rojnamegeran parçeyeke êrişên topyekûn ên li dijî kurdan e. Aydenîz, axaftina xwe wiha domand: “Ev dijminatî dijminatiya li dijî rêxistinbûna gelê kurd e. Ev salek e hema hema her sê mehan carekê li dijî rojnamegeran operasyonan dikin. Dizanin ku dê winda bikin. Êdî tiştekî ku ji gel re bibêjin nema ye. Çapemeniya wan têrê nake. Çapemeniya Azad bi feraseteke azad û serbixwe dixebite. Hewl didin Çapemeniya Azad tengav bikin lewma ewqas êriş dikin. Çapemeniya Azad mîrateya Apê Mûsa û Gurbetellî Ersozan e. Ev kevneşopî wê tu carî bi dawî nebe. Ew ê bi hêztir bidome.”   RUHÊ HEVGIRTINÊ GIRÎNG E   Sekreterê Giştî yê DFG’ê Cûma Daş jî ji ber serdanê spasiyên xwe pêşkeş kir û wiha got: “Ruhê hevgirtinê girîng e. Rapora azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê roj bi roj ber bi jêr ve diçe. Mixabin em bi vê rapora xerab diçin hilbijartinan. Operasyonên ku ji 25'ê nîsanê û vir ve didomin nîşan didin ku ji bo hilbijartinê tên kirin. Ji bo vê jî rojnameger di her rewşê de wê karê xwe bidomînin.”   Berdevka MKGP'ê Roza Metîna jî di serdanê de destnîşan kir ku hikûmet bi mebesta hilbijartinê rojnameger hedef girtiye. Metîna got ku tevî êrişan jî dê Çapemenipya Azad serî netewîne.