Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir 2023-04-30 16:29:31   AMED - Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana OHD, Şanoya Bajêr a Amedê û KASED’ê kir û piştgirî dan saziyan.    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz serdana Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Şanoya Bajêr a Amedê û Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) kirin. Hevseroka DBP’a Amedê Hasîbe Yazdik, Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Pinar Sakik û Abbas Şahîn, Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy jî li gel Ûçar û Aydenîz çûn serdana saziyan.    Rêveberên saziyan ango parêzeran li saziya xwe, şanogeran li saziya xwe û hunermendên jin jî li saziya xwe pêşwaziya şandeyê kirin Di serdanan de hat destnîşan kirin ku ew ê têkoşîna hevpar û yekgirtî bikin û dê li her qadê têkoşîna xwe berfireh bikin.