Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in 2023-04-30 18:05:15   ENQERE - Rojnamevan Dîcle Muftuoglû û Sedat Yilmaz hatin binçavkirin, peyamek şandin û gotin: "Em pir bihêz, dilşa û biqûdret in."    Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li 15 bajaran gelek kes hatin binçavkirin. Li Amedê Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz û hevjîna wî Selma Yilmaz hatin binçavkirin. Her wiha Fîlîz Yilmaz, xwişka Sedat Yilmaz jî li Stenbolê hat binçavkirin. Hat hînkirin ku xwişka wî jî anîne Enqereyê.    Rojnamevanên di binçavan de bi rêya parêzeran peyamek şandin.    BANGAWAZÎ   Dîcle Muftuoglû di peyama xwe de got: "Em peyrewên keleporeke zêdetirî 30 salan, careke din bi tepisandinê re rû bi rû ne. Hê 2 roj berê di operasyona li Amedê de 5 rojnamevan hatin girtin. Li hemberî kesên ku bi salan e dixwazin bi heman operasyonan me krîmînalîze bikin, lêgerîna me ya ji bo heqîqetê didome. Tu astengî nikarin vê rastiyê reş bikin. Em bang li hemû hevpîşeyên xwe dikin ku li dijî van operasyonên reşkirinê, rojnamevaniyê biparêzin."    Sedat Yilmaz jî di peyama xwe de got: "Hevpîşe û hevalên min ên hêja, ez têra xwe bihêz, dilşa û biqudret im. Ne pêkan e ku em li ber mafyayan, li ber baronên tiryakê serî bitewînin. Ya ku ez ji we dixwazim piştevanî ye. Min hevala xwe Dîcle Muftuoglûyê jî dît. Silavên wê hene. Ez, hevjîna xwe û xwişka xwe em di binçavan de ne. Ji ber vê em mecbûr man em keça xwe ya 13 salî deynin cem xizmên xwe yên li Amedê. Silav û hez."