'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk' 2023-04-30 18:43:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk, ji Amedê heta Dersimê û ji Çewligê heta Xarpêtê xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Welatiyên ku bi coşeke mezin namzetan pêşwazî dikin gotin: "Armanca me diyar e, dengek ji Partiya Çepên Kesk û dengek jî ji KIliçdaroglû re."    Partiya Çepên Kesk, ji Amedê heta Dersimê, ji ÇEwligê heya Xarpêtê kuçe bi kuçe xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne.    Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Serhat Eren û Samet Menguç û Hevseroka Partiya HerêmêN Demokratîk (DBP) Hasîbe Yazdik, li navçeya Farqînê serdana dikandaran kirin û hevdîtin bi gel re kirin. Çendî şilî bû jî namzet bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin û li vir namzetan û welatiyan bi hev re govend gerandin.    DAYIKAN EW BI DUAYAN BI RÊ KIRIN   Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren li Taxa Kûzûcûk a Peyasê, bi dayikekê re sohbet kir. Piştî ku dayikê bibîr xist ku li vê erdnîgariyê ermenî di kendalan de hatine avêtin û qetilkirin, Eren got: "Ermeniyan ji kendalan avêtin û kuştin. Niha jî dixwazin kurdan bikujin. Lê wê nikaribin bikin. Dixwazin me bitepisînin, lê wê bi ser nekevin. Sed sal in hewl didin me qir bikin, lê piştî vê saetê wê nikaribin bikin."    Dayikê jî bi vê gotinê namzetê bi rê kirin: "Barekî giran li ser milê we ye. Xwedê quwetê bide we."    HEZROYÊ BI COŞ NAMZET PÊŞWAZÎKIRIN   Namzeta Partiya Çepên Kesk Ceylan Akça û Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, li taxên ORmankaya û Yazgiyê yên navçeya Hezroyê bi gel re civiyan. Jinên ku li qadê di destên wan de alayên Partiya Çepên Kesk, namzetên parlementeriyê bi coşeke mezin pêşwazî kirin.    'EM DIXWAZIN JI AKP'Ê XELAS BIBIN'   Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn gundên Dewa Jêrîn, Dewa Mûmîn, Gundê Şeban, Korman û Çirisê yên Çewligê. Gundiyan bi coşeke mezin namzet pêşwazî kirin. Namzetan li vir bi gundiyan re sohbet kir û bal kişandin ser girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê. Şêniyên gundan jî gotin ku ew dixwazin rojek berî rojekê ji desthilata AKP-MHP'ê xelas bibin.    DERSIM: ARAMNAC DIYAR E, DENG JI BI PARTIYA ÇEPÊN KESK   Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dersimê Ayten Kordû, tevî pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê û endamên partiyê serdana gundên Kanik, Xosor, Sorpiyan, Pûleçayir û Karmezê kir. Kordû li gundan bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.    Di serdanan de welatiyekî got: "Cihê me ji roja roj de diyar e. Em ê bi ser bikevin. Li cîhanê tenê ew bimînin jî em dengê xwe nadin wan. Armanca me diyar e, dengekî me ji Partiya Çepên Kesk û dengekî me jî ji Kiliçdaroglû re ye. Em dixwazin ji vê zilmê xelas bibin. Bi hêviya ku em di 15'ê Gulanê de we li meclisê bibînin."    XARPÊT   Partiya Çepên Kesk li navçeya Yazlikonakê ya Xarpêtê bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê vekir. Li ber buroyê li ber def û zirneyê govend hat gerandin. Axaftina namzetan tim bi dirûşmeyên wekî" Jin, jiyan, azadî" hat birîn.    Namzeta Partiya Çepên Kesk Sûltan Yarayê anî ziman ku li çar aliyê cîhanê jin li dor dirûşmeya "jin, jiyan, azadî"yê kom bûne û got: "Îro tenê ne jinên kurd, hemû jinên cîhanê vê dirûşmeyê berz dikin. Ev ne gotinên wiha ji rêzê ne. Ew jî yeqîniyê bi hêz û têkoşîna jina kurd tînin. Jinên kurd li hemû qadan pêşengiyê dikin. Em ê di 15'ê gulanê de li van qadan govenda serketinê bigerînin."    Namzet Nûrşat Yeşîl jî destnîşan kir ku ew ê di 14'ê Gulanê de bi hev re desthilatê AKP'ê bişînin. Namzet Şacaş Erdogan jî got: "Her gaveke me ji bo vekirina deriyên zindanan e."    PIştî vekirina buroyê serdana bajarokên Yûtrbaşi û Mollakendiyê hat kirin.