Partiya Çepên Kesk li her derê ye 2023-04-30 19:13:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk tax bi tax, gund bi gund û navçe bi navçe xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Namzetên partiyê li her derî bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin.    Ber bi hilbijartinê ve Partiya Çepên Kesk her diçe xebatên xwe dilezîne. Partî û namzetên wê ji aliyê gel ve bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin.    Di çarçoveya xebatan de li Botanê bi tevlîbûna namzetên Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Newroz Uysal, Mehmet Zeki İrmez, Ayşegul Dogan û Bedirhan Osal gund bi gund, navçe bi navçe xebat tên meşandin.    Li gundên Kasrik, Rizok,Ayinser ê girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê bi tevlîbûna namzeta Partiya Çepên Kesk Ayşegul Doganê û rêveberên Partiya Çepên Kesk a navçeyê xebatên hilbijartinê hatin meşandin. Gundiyan bi coşeke mezin Partiya Çepên Kesk pêşwazî kir. Di xebatê de der barê hilbijartinê de welatî hatin agahdarkirin.   Li Şirnexê jî Partiya Çepên Kesk bi tevlîbûna namzetê partiyê yê bajêr Bedirhan Osal li navendê bi gel re civiya û der barê hilbijartinê de gel hat agahdarkirin.    Li gundê Andaç ê girêdayî navçeya Qilêbanê yê Şirnexê jî bi tevlîbûna namzetê Partiya Çepên Kesk Zekî Îrmez û rêxistina HDP’ê û Partiya Çepên Kesk serdana gel hat kirin.    Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî bi tevlîbûna namzetê Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysalê buroya hilbijartinê hat vekirin. Di vekirina buroyê de Newroz Ûysal axivî. Ûysalê diyar kir ku ew ê di hilbijartinê de bersiva pêwîst bidin û wiha axivî: "Ger em bibin yek bawer bikin, nikarin me têk bibin. Ger em yek bin, ew ê neçar bin ku daxwazên me pêk bînin. Du tifaqên me hene. Ji bilî Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaqa Kurdistanî tu tifaqên me yên din nîn in. Em ne di nava Tifaqa Miletê ne jî di nava Tifaqa Cumhûrê de ne. Ji ber vê yekê divê roja hilbijartinê yek ji me dengê xwe nede partiyeke din.”   Bername bi vekirina buroyê bi dawî bû.   ÎDIR   Li Îdirê xebatên hilbijartina 14'ê Gulanê didomin. Namzetên Parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk Aysel Aras û Yilmaz Hûn di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana gundên navçeya Qulpê yên bi navê Qule, Tendurek, Saribilax, Qiznefer, Qerenlix, Civanliya Jorîn û Jêrîn, Kazkoparan, Osmankoy û Tezekçî kirin. Di serdanan de dîmenên gelek xweş derketin holê. Gundiyan namzet bi coşeke mezin pêşwazî kirin û govend gerandin. Coşa ciwan û zarokan jî kêfxweşiyeke mezin da namzetan.    Namzetan ji gundiyan re behsa Partiya Çepên Kesk kirin, xwe û logoya xwe dan naskirin.   SEMSÛR   Partiya Çepên Kesk li Semsûrê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Namzetên parlamenteriyê yên bajêr Ali Kenanoglû, Îzzet Karadag, Bülent Çinar, Yuksel Yucedag, Meryem Ceritlî û namzetê Parlamenteriyê yê Mersîne Alî Bozan ve li navçe, navend û gundên Semsûrê serdana welatiyan kirin.    Namzetê Parlamenteriyê yê Semsûrê Alî Kenanoglû û namzetê Parlamenteriyê yê Mersînê Alî Bozan bi şandeyê li gel wan ve Serdana, gundên Balyan, Davuthan,Tekpinar, Karaçali, Çimenke,İncekoz, Tolmaz û Zivarê yên kirin.  Şande ji aliyê gel vê jî bi çoş hatin pêşvazî kirin, li gundan belavok hatin belavkirin û şande pirsgirêkên gel guhdar kirin.    Namzetê Parlamenteriyê Îzzet Karadag û şandeyê li gel wî jî Serdana gundên Turuş, Damlica, Agcin û  Palaş ên navenda Semsûrê kirin. Li van deran guh li gel hat kirin û belavok hatin belavkirin.    Namzetên Parlamenteriyê Bulent Çinar, Meryem Ceritlî û Yuksel Yucedag jî li navçeyên Kolik û Besniyê Serdana gel kirin, belavok belavkirin û pirsgirêkên gel guhdar kirin.   COLEMÊRG   Namzetên Partiya Çepên Kesk, li gundên navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Li gundên Zîzan, Mîçîç, Serdeşt, Darê û Elverê yên Geverê û gundên Gêmana, Garê, Qelereşk, Bêbap û Şêxan ên Şemzînanê serdana welatiyan hat kirin. Di serdanan de îşaret bi qedexekirina zozanan û krîza aborî hat kirin.    ERZIROM   Li bajêr xebatên Partiya Çepên Kesk li Qereçoban, Palandoken, Xinis û ŞEnkayayê dewam kirin. Namzeta bajêr Ayşan Tarlan li Xinisê û namzet Abdûrrahman Sever jî li Şenkayayyê daxilî nava xebatan bû.   Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundên Xinisê jî kir. Şande li gundan mal bi mal geriya û welatiyan vexwand mîtînga 3'yê Gulanê ku dê li Xinisê bê lidarxistin.    AGIRÎ   Li bajêr xebatên hilbijartinê ji du milan ve hatin kirin. Namzetên parlementeriyê yên bajêr li Bazîd û Eleşkîrtê geriyan. Sirri Sakik û Nejla Demîr li Bazîdê tevlî xebatan bûn û namzet Zelal Yilmaz jî li Eleşkîrtê.    Di xebatên li Bazîdê de serdana gundên Ecem, Kaniya Gevrana, Meryemana, Tajdê û Çalê hat kirin. Sirri Sakik ku li Meryemanayê axivî, anî ziman ku dê di 14'ê Gulanê de desthilata AKP-MHP'ê bişînin.    PIştî axaftina Sakik hevdîtina bi gel re bi govendgerandinê bi dawî bû.    AYDIN    Partiya Çepên Kesk, li Taxa Çeşmetepe ya navçeya Efeler a Aydinê, buroya hilbijartinê vekir. Parlementerê HDP'ê Garo Paylan, namzetên parlementeriyê yên Aydinê Ebrû Gunay, Rojîn Tanhan Dogan û Sînan Çakmakçi û gelek welatî tevlî vekirina buroyê bûn. Sînan Çakmakçi ku di vekirina guroyê de axivî got: "Em ê di 14'ê Gulanê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û em ê 15'ê Gulanê veguherînin biharê. Partiya Çepên Kesk dê biharê bîne Tirkiyeyê." Namzet Ebrû Gunayê jî got: "Em ê bi hev re siberojeke azad ava bikin."    BALIKESÎR   Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Balikesîrê serdana gundên elewiyan Dîkîlîtaş, Kabakdere û KOcabuyuk Çepniyê kir. Namzeta Balikesîrê Şevîn Coşkûn û Gul Karaaslan û Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Zeynel Ozen û rêveberên Partiya Çepên Kesk û HDP'ê tevlî serdanê bûn.