Endamê Koma Mûnzûr Gungoren: Em ê bi Partiya Çepên Kesk re li dijî yek zilamî bibin yek deng 2023-05-01 10:11:16 STENBOL - Namzetê Herêma 3’yemîn ê Partiya Çepên Kesk endamê Koma Mûnzûr Cemîl Gungoren ê li dijî zextên li ser hünere kete nav siyasetê wiha got: “Em ê bi Partiya Çepên Kesk re li dijî yek zilamî bibin yek deng.”   Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê ku bi milyonan kes weke “hilbijartina hebûn û tunebûnê” dinirxînin, kêm roj man. Li Stenbola ku wê qedera hilbijartinê diyar bike, 11 milyon û 350 hezar û 969 kes wê biçin ser sindoqan. Partiya Çepên Kesk li Stenbolê bi armanca ku bi 20 parlamenteran biçe Meclisê xebatên xwe yên li bajêr didomîne. Namzetê Herêma 3’yemîn ê Partiya Çepên Kesk endamê Koma Mûnzûr Cemîl Gungoren ê ji qada hünere kete nav siyasetê, anî ziman ku li dijî zextên desthilata AKP’ê û MHP’ê guhertin şert e.    Gungoren ê di sala 1980’î de li gundê Adakoy ê navçeya Pulur a Dêrsimê ji dayik bû, piştî salên lîseyê bi malbata xwe re bar kir Stenbolê. Gungorên ê li vir Federasyona Mafên Demokratîk nas kir, li vir dest bi xebatê kir. Gungoren ê di nav damezrînerên Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) de cih digire, di heman demê de di nav xebatên hunerê yên Koma Mûnzûr û Kovara Çand-Huner ên di bin banê Navenda Çandê ya Yuz Çîçek Açsin (YÇKM) cih digire de girt.   Gungoren, diyar kir ku piştî ku hate Stenbolê, li dijî nakokiya kedxwariyê ket nava têkoşînê û anî ziman ku di nava xebatên siyasî de herî zêde di qada çand û hunerê de xebat dimeşîne. Gungoren, bi lêv kir ku tevî zextên desthilatê jî Koma Mûnzûr a ku ji sala 2018’an ve endamê wê ye hunera xwe dike û wiha got: “Ji roja ku koma me hatiye avakirin ve an stranên me an konserên me tên qedexe kirin an jî derbarê hevalên me de bi hin hincetan doz tên vekirin. Ev her tim dibin. Di encamê de dema desthilatê pergaleke rêveberiyê bi dest xist, dixwaze huner jî di bin serweriya wan de pêş ve biçe. Weke Koma Mûnzûr gelek hevalên me yên hunermend ev pêvajo jiyan. Bi taybetî piştî OHAL’ê weke Koma Mûnzûr li Tirkiyeyê bi temamî hatin qedexekirin.”   Gungoren, da zanîn ku piştî di Newroza 2008’an a Wanê de stranên bi navê “Zindana Diyarbekir” û “Serhildan Jiyan e” gotin derbarê wan de pêvajoyên vekirina dozê dest pê kirin û ev tişt gotin: “Sedemê qedexekirina kom an jî mirovên ku weke Koma Mûnzûr muzîkê çêdikin, acizbûna desthilatê ya ji vê hunerê ye.”   ‘HIŞMENDIYA KU ZEXTÊ LI ÇAND Û HUNERÊ DIKE’   Gungoren, anî ziman ku desthilat gelê kurd tune dihesibîne, zextê li kesên ne ji xwe dike û wan jî tune dihesibîne. Gungoren, bi lêv kir ku bi feraseteke civakan tîne li hemberî hev, kesên ne ji wan tune dihesibîne re rû bi rû ne û wiha berdewam kir: “Ji berê ve tiştên li bajarên kurdan pêk tên her tim eynî ne. Şano, konser, sinema tên qedexekirin. Şano tên girtin. Kurdî ji xwe qedexe ye. Lîstikên hemû dostên me yên şanoya kurdî dikin asteng dikin. Ev yek bi temamî li ser polîtîkayên tune hesibandinê yên desthilatê pêk tên. Tevî vê yekê jî kesên li cem xizanan, bindestan û gelê tune tê hesibandin hunera xwe didomînin. Em jî di qada çand û hünere de têkoşîna xwe dinirxînin û hewl didin pêş ve bibin.”   Gungoren, got ku “bi wekîl û wezîrên xwe gelê kurd tune hesibandin” û bal kişand ku desthilat kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi ser vê dimeşîne. Gungoren, anî ziman ku dema ketin Meclisê dê li dijî van hemûyan çanda îtîrazê pêş ve bibin.    ‘PÊDIVÎ BI GUHERÎNEKÊ HEYE’    Gungoren, destnîşan kir ku pêdiviya Tirkiyeyê guherînekê, bêhn wergirtin û demokrasiyekê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro jin, LGBT’yî li kolanan tên qetilkirin. Bi feskirina Peymana Stenbolê bi temamî pêşî li van komkujiyan hate vekirin. Em difikirin ku divê hemû bên guhertin. Em ê bi Partiya Çepên Kesk re li dijî yek zilamî bibin yek deng. Divê em vê pergala yek zilamî, rejîma dîktator bişînin. Ji ber wê em dibêjin ‘Em ê bi hev re biguherînin’.”   PARTIYA ÇEPÊN KESK NÊZÎ ARMANCA XWE YE   Gungoren, da zanîn ku li qadê gelek nêzî armanca xwe ne û wiha pê de çû: “Em kolan bi kolan, qad bi qad digerin. Ev pergala yek zilamî êdî ne di asta ku gel wê qebûl bike de ye. Weke hemû desthilatan vê desthilatê jî 20 sal in komkujiyan dike. Bifikirin me Komkujiya Roboskê, Pirsûsê, 10’ê Cotmehê û qetilkirina Dayika Taybet jiya. Me dît ku bi hezaran mirovan di bin kavilan de bi awayekî bêçare jiyana xwe ji dest dan. Gelên Tirkiyeyê ev dîtin. Em bawer dikin ku em ê vê biguherînin.”   Gungoren, destnîşan kir ku ji bo mirov li vî welatî weke mirovan bijîn, mafên xwe bigerin, ji bo nasname û fikrên cuda bijîn pêdivî bi Partiya Çepên Kesk heye û bi lêv kir ku Partiya Çepên Kesk wê bi fikrên xwe li Meclisê cih bigire.    MA / Rûkiye Adiguzel