Îşkenceya li dijî rojnamevan Yilmaz hate gilîkirin 2023-05-01 11:54:50   ENQERE - Parêzerê rojnamevan Sedat Yilmaz ku di çarçoveya operasyona binçavkirinê ya navenda wê Enqereyê de hatibû binçavkirin û polîsan ew derb kiribû, ji bo gumanbar bên tespîtkirin giliyê wan kir.    Bi hinceta lêpirsîna Serdozgeriyê Komarê ya Enqereyê, duh li 15 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser mala Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz de jî girtin. Di serdegirtinê de rojnameger Dîcle Muftuoglû, Sedat Yilmaz û hevjîna wî Selma Yilmaz li Amedê; xwişka Yilmaz, Fîlîz Yilmaz jî li Stenbolê hate binçavkirin. Binçavkirî, di çarçoveya lêpirsînê de anîn Enqereyê. Piştî bidawîbûna qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 24 saetan, parêzeran bi miwekîlên xwe re hevdîtin kirin. Rojnameger Muftufoglû û Yilmaz dan zanîn ku dema bi otobûsê dianîn Enqereyê, di 15 saetên rêyê de destkelemçekirî mane û 24 saetan xwarin jê re nehatiye dayîn. Her wiha di nava 15 saetan de hemû daxwazên rojnamegeran jî hatine paşguhkirin. Rojnamevan Yilmaz ji aliyê polîsê bi wî re hate derbkirin û di bin navê “sohbete” de sîxûrtî lê hate ferzkirin û heqaret lê hate kirin. Parêzera Yilmaz, Şûle Recepoglû têkildarî rewşa heyî serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê kir û giliyê polîsan kir.    DI DOSYAYÊ DE HINCETEKE ŞÊNBER NÎNE   Parêzerê di daxwaznameyê de bal kişand ku Yilmaz bêyî delîl û çalakiyeke şênber hatiye binçavkirin, bi mûameleyeke nebaş îfade dayîn û îtîrafkarî lê hatiye ferzkirin û da zanîn ku ji bo binçavkirinê hinceteke şênber nîne û di dosyayê de ji bilî îdiayan agahiyeke şênber nîne. Parêzerê di daxwaznameyê de diyar kir ku dema Yilmaz ji Amedê sewqî Enqereyê hate kirin bi awayekî kelemçekirî li otobusê hatiye siwarkirin û da zanîn ku dema li Amedê li otobusê hate siwarkirin ji aliyê polîsê li rex wî ve hatiye derbkirin. Parêzerê di daxwaznameyê de anî ziman ku Yilmaz di vê kêliyê de rastî xeberan û heqaretê jî hatiye. Parêzerê di daxwaznameya xwe de diyar kir ku Yilmaz dikare polîsên ku mûameleya nebaş lêkirine û îtîrafkarî lê ferzkirine teşhîs bike û xwest ku mewzûat û biryarên netewî û navnetewî berçav bên girtin, gumanbar bên tespîtkirin û cezakirin.