Li Şirnexê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin: Keda me dê serbikeve 2023-05-01 13:53:59   ŞIRNEX - Karker û kedkaran di pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya Şirnexê de wiha gotin: “Helwesta me aşkere ye, em aligirê demokrasiyê ne.”   Li Şirnexê bi tevlibûna Hêzên Ked û Demokrasiyê 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran hate pîrozkirin. Pîrozbahiya ku li ber avahiya KESK’ê hate lidarxistin Partiya Çepên Kesk, CHP, Partiya Pêşerojê lê amade bûn. Pêşiya pîrozbahiyê kedkar û partiyên siyasî bi kortejvê ber bi avahiya KESK’ê ve meşiyan. Di meşê de pankarta “Bijî 1 Gulan” hate vekirin.   Girse bi dirûşmeyên “Bijî 1 Gulan” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Pîrozbahî bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.     Daxuyaniya hevpar a kedkaran ji aliyê Hevserokê Şaxa Genel Îş a DÎSK’ê yê Şirnexê Ayhan Ergen ve hat xwendin. Ergen, binpêkirina keda kedkaran destnîşan kir û got ku li dijî hişmendiya ku kedê paşguh dike û îstîsmar dike ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin.   Pişt re li ser navê Şaxa Egîtîm-Sen’a Şirnexê Nîzam Kaplan axivî û diyar kir ku li dijî siyaseta ku tune dike ew li qadan in û got: “Tenê tiştê ku zêde nabe, mûçeyên karkeran in. Li ser erdnigariya me ya dewlemend cotkarî  û sewalkarî gav bi gav bi dawî bû. Piştî pîşesaziyê, di vê serdema desthilatê de em di çandiniyê de bi sermaya biyanî ve girêdayî bûn.”    ‘HELWESTA ME AŞKERE YE’    Li ser navê Şaxa SES’a Şirnexê jî Murat Ozbey axivî. Ozbey, bal kişand ser polîtîkayên desthilatê yên li ser kedê û wiha got: “Ji jinan re, ciwanan re, kedkaran re budçe venaqetînin. Tenê ji şer re budçe vediqetînin. Ev budçe ne budçeya gel e, budçeya şer e. Em her roj rastî mobîngan tên. Kedkaran ber bi mirinê ve dibin. Lê dema ku em siyasetê dikin jî êrîş dikin. Em çima siyasetê dikin, ji ber ku ew êdî nikarin siyasetê bimeşînin. Em siyaseteke ku keda me nasnake, ciwanan û jinan nas nake qebûl nakin. Em niha ber bi hilbijartinekê ve diçin. Di vê hilbijartinê de helwesta me aşkere ye. Kîjan partî binpê bike, tune bike em ê li dijî wan bisekinin. Em ê li cem demokrasiyê, edaletê, heq û hiqûqê bisekinin. Heta ku em azad bibin em ê tekoşîna xwe bidomînin.”   ‘EM Ê TEKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’   Hevseroka Şaxa ÎHD’a Şirnexê Esîn Yilmaz jî bal kişand ser binpêkirina mafên hêzên demokrasîxwaz û ev tişt got: “Şerê çekdarî ku zêdeyî 40 sal in ji ber polîtîkayên tundiyê yên li ser pirsgirêka kurd berdewam dike, tê wateya ku nanê karkeran biçûk dibînin. Ji ber krîza giran a aborî û bêkariyê şert û mercên kar girantir dibe. Mixabin, Tirkiye di warê kuştinên karkeran de yek ji welatên pêşeng e. Karker û sendîkayên ku li dijî van binpêkirinan û rewşa giran têdikoşin rastî zextan tên, tên darizandin û girtin. Rojnamegerên ku rewşa aborî ya giran radigihînin tên darizandin û girtin. Parêzer û parêzvanên mafên mirovan ên ku li dijî van zextan derdikevin jî rastî zextan tên, tên darizandin û girtin. Çalakger û siyasetmedarên ku di van mijaran de têdikoşin rastî zextan tên û tên girtin. Heta hemû zext û binpêkirinên mafan bi dawî bibin û mafên karkeran bi dest bikevin em ê têkoşîna xwe bidomînin”   ‘KEDA ME DÊ SERBIKEVE’   Namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal, jî bal kişand ser polîtîkayên desthilatê yên li ser karkeran û wiha got: “Daxwazên we, xwestekên we yên me ne. Em li dijî binpêkirina mafan e, em li dijî nedîtina keda jinan e. Di seranserê cîhanê de tekoşîna herî bingehîn tekoşîna kedkaran e. Divê em bi tekoşîna xwe bersivê bidin pergala kapîtalîzmê ya ku tune dike. Erê, li dijî partiya me û kedkaran êriş hene, lê ya ku serbikeve keda me ye, têkoşîna me ye. Heta ku têkoşina me encamê bigire em ê têbikoşin.”    Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Zekî Îrmez jî bi lêv kir ku ew weke kedkarekû ku bi KHK’ê hatiye îxrackirin, dê di Meclisê de bibe dengê karkeran.    Di pîrozbahiyê de dirûşmeya “Roj dê bê, dewran bizivire û AKP hesab bide gel” hate berzkirin.   Piştî axiftinan pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.