Li Stenbolê serdegirtinên malan: Herî kêm 17 kes hatin binçavkirin 2023-05-02 11:18:29 STNEBOL - Li Stenbolê polîsan di çarçoveya lêpirsînekê de avêt ser malan û endam û rêveberên HDK, HDP û Partiya Çepên Kesk jî di nav de herî kêm 17 kes hatin binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsînek da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan li navçeyên Başakşehîr, Esenyûrt, Arnavûtkoy û Kuçukçekmeceyê û gelek navçeyên din avêt ser gelek malan. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û rêveber û endamên Partiya Demokratîk Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk jî di nav de herî kêm 17 kes kirin binçavan.    Hinceta binçavkirinê nehat zanîn û wan birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ku li Cadeya Vatanê ye. Hat zanîn ku biryara sînordarkirinê ya 24 saetan danîne ser hevdîtina parêzeran a li gel miwekîlên xwe. Her wiha hat diyarkirin ku biryara veşarî li ser dosyeyê ye.    Navên binçavkiriyan wiha ne: Devîn Doga Ayaz, Hulya Îlyas, Serkan Şengûl, Eylem Taşdemîr, Mustafa Şîşman, Serhat Tokuş, Arafat Emekçîlerî, Tufan Emekçîlerî, Erkan Ozmen, Cevdet Bîçer, Yunus Aslan, Berfîn Koçak, Hêvîdar Ozdemîr, Omer Gulsul, Mervan Beyret, Adem Ozgen, Onûr Îlbars.