Peyamên ji qadên 1’ê Gulanê: Gel dê di 14’ê Gulan dê qedera xwe diyar bike 2023-05-02 11:34:43 STENBOL - Bi sedhezaran kesên tevî hemû zextan jî di 1’ê Gulanê de li Qada Maltepeyê kom bûn diyar kirin ku dê gel di 14’ê Gulanê de qedera xwe diyar bike.    Kedkar, karker, jin û ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniyê herikîn qadan û daxwazên xwe anîn ziman. Di demekî ku ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê demekî kin mayî de li qadan dengê hevpar ê li dijî desthilata AKP-MHP’ê bilind bû. Yek ji navendên girîng ên pîrozbahiyan jî Qada Maltepe ya Stenbolê bû. Welatiyên ku bi ajansa me re axivîn, diyar kirin ku dê ji bo wekhevî, azadî û edaletê biçin ser sindoqan.    PÎVAZA SIYASÎ!    Ji welatiyan Erol Temurçî ku ji bo tev li mitîngê bibe dixwest ji noqteya lêgerînê derbas bibe, pîvaz bi stûyê xwe ve kiribûn ku weke “sembola kedê” tê zanîn. Temurçî ku digot wateyeke siyasî ya pîvazê heye, ji hêla polîsan ve hate astengkirin û nekarî bikeve qadê. Li ser vê yekê Temûrçî ji polîsan re got; “Ez ê pîvazê bixwim, ma hûn destûra vê jî nadin?” Li ser vê yekê polîsan nehiştin Temûrçî pankarta “Pîvaz an yên dişêlînin” jî bibe qada mitîngê. Temûrçî, wiha bertek nîşan da: “Di Cejna 1’ê Gulanê de ked pîroz e. Di dawiya dawî de vê pîvazê jî kedkar hîn dikidn. Lê mixabin li welatê me tu qedr û qîmetê cotkar û çîna jêr tune ye. Min jî xwest vê rewşê protesto bikim û min tiştekî wiha kir. Mixabin li welatê me roja ku AKP bûye îktîdar heta niha li ser nafê maf, hiqûq û edaletê tu tiştek nema. Li pêşiya me hilbijartineke pir girîng heye. An em ê tune bibin an dê hebûna xwe biparêzin. Ev hilbijartin dê qedera me diyar bike. Îktîdara siyasî kêmaniyên di erdhejê de jî girêdayî qederê dike. Lê li gorî min mirov dê di 14’ê Gulanê de qedera xwe diyar bikin.”    ZEXTÊN LI SER CIWANAN   Xwendekarê zanîngehê Alî Kelebek (23) jî got ku ew bi daxwaza jiyaneke li welatekê azad hatiy6e qadê û ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê azadiya fikr û xweîfadekirinê tune ye. Xelk, bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî tên binaçvkirin. Ev yek hiqûqî nîne. Her wiha li ser ciwanan zexteke giran heye. Îcar zexta aborî jî li ser zêde bûye. Gelemperiya xwendekaran dixebitin lewma demê nabînin biçin dibistanê. Em di nava mercên nebaş de dijîn. Demekî nêz de hilbijartin heye. Ji bo ku bi hilbijartinê re zextên li ser civakê rabin û welatekî wekhev azad û adilane were avakirin ez li vir im.”   AN DEMOKRASÎ YAN JÎ OTOKRASÎ   Welatiyê bi navê Esat Şensoy jî bi lêv kir ku bi daxwaza mafên mirovan, demokrasî û hiqûqê daketiye qadê û wiha derbirî: “Li cihên ji demokrasî û hiqûqê bêpar, olîgarşî û rejîma dîktayê çêdibe. Em pergaleke wisa dixwazin ku weke mirovan lê bijîn. Ev jî bi hilbijartinê pêkan e. Divê Rewşa Awarte (OHAL) rabe. Niha em di qonaxeke diyarker de na û an em ê demokrasiyê hilbijêrin an jî otokrasiyê. Divê her kes li gorî vê dengê xwe bide. Em ê ji bo demokrasiyê bidin.”    DIJMINATIYA JINAN DIKIN   Jina bi navê Ferdane Dogan jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê herî zêde keda karker û karkeran tê xwarin û wiha got: “Di nava vê derdorê de jî herî zêde keda jinan tê xwarin. Em qebûl nakin ku Tifaqa Cumhur di maseya hilbijartinê de qanûna bi hejmara 6284’an dike mijara bazariyê. Îktîdarê bi HUDA-PAR a ku dijminê jinane re tifaq çêkir. Bi vê yekê dixwaze jinan paşve bibe. Em naxwazin partiyên li dijî laîkiyê bikevin meclisê. Lewma ez ê di 14’ê Gulanê de dengê xwe ji bo laîkiyê bi kar bînim. Dê her tişt baştir bibe.”    BERTEK NÎŞANÎ ZEXTÊN LI SER ROJNAMEGERAN DA   Zarîfe Saglam jî daxwaza xwe ya aştî û azadiyê anî ziman û bertek nîşanî zext, binçavkirin û girtinên li ser rojnamegeran da. Saglam, got ku di demokrasiyan de her kes dikare xwe bi awayekî azad îfade bike û wiha pê de çû: “Em ê li dijî zilmê li ber xwe bidin. Di 14’ê Gulanê de azadî dê ya me be.”    DAXWAZA PÊKVEJIYANÊ   Welatiyê bi navê Yûsûf Çelîk bal kişand ser dorpêça polîsan a li ser qadê û qala bandora krîza aborî kir. Çelîk, wiha got: “Bêyî ku em ferq û cudahiyê bêxin navbera nîjad, ol, ziman û rengan, dixwazin bi hev re bijîn. Hêvîdarim ku 14’ê Gulanê bibe wesîleya wekhevî, xwîşk-biratî û aştiyê. Ji bilî vê tu daxwazeke min a din nîne.”    ‘PARTIYA ÇEPÊN KESK BÛ RONAHÎ’   Ji welatiyên li qadê Bayram Poyraz jî got ku li welêt feraseteke ku gel terorîze dike heye û wiha bertek nîşan da: “Tirkiye wiha nameşe. Niha bi hezaran girtî hene. Fikrên Partiya Çepên Kesk ji bo me pir girîng in. Ji bo me bûn ronahî. Em ê di hilbijartina serokkomariyê de dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû û di yên giştî de jî bidin Partiya Çepên Kesk. Wisa bawerim ku dê nûnertiyeke xurt li Meclisê derxîne. Wê demê bila bibînin bê ka siyaset çawa tê kirin û civak çawa di nava xwîşk-biratiyê de dijî. Bi taybet jî banga min ji bo elewiyan e; heke hûn dengê xwe bidin Maseya Şeşling, hûn dê bibin ketî. Lewma werin dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Ji ber ku ew bi destê we digire.”    DEMA ÎKTÎDARÊ DERBAS BÛ   Gulfer Çolak jî got ku ji bo pêşeroya neviyên xwe hatiye qada 1ê Gulanê û ev tişt anî ziman: “Fikarên me yên ji bo zarok û neviyên me pir zêde ne. Lewma hilbijartinên 14’ê Gulanê pir girîng in. Êdî dema vê îktîdarê derbas bû. Gel pir hate eciqandin, pir xizanî dît. Lewma yan dê gel xizantiyê hilbijêre yan jî rewşeke baştir.”    ‘EM DIXWAZIN MÎNA MIROVAN BIJÎN’   Oya Erakinci jî pênc pîvaz bi stûyê xwe ve girê dabûn û wisa hatibû qada mitîngê. Erakinci, sedema hatina xwe ya qada mitîngê wiha vegot: “Di demên berê de weke diyariya dawetê, pênc zêr pê ve dikirin. Lê niha dev ji zêr berde, nikarin pîvazan jî bikirin. Mixabin li welatê me mirov nikarin biçin bazarê jî. Jin nikarin ji bo zarokên xwe şîr bikirin. Me jî xwest bi vê çalakiya xwe bihabûna her tiştî vebêjin. Em dixwazin weke mirovan bijîn. Kîjan partî di serdema nû de van derfetan bo me çêbike, em ê dengê xwe bidin wê.”    MA / Esra Solîn Dal