Li Hezexê 19 binçavkirî hatin berdan 2023-05-02 12:34:43   ŞIRNEX - Li Hezexê di encama serdegirtinên malan de 20 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan 19 jê hatin berdan.   Di 26'ê nîsanê de li gundên Xerabêtuwa û Zergûza Banî yên girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê leşkeran bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de keyayên gundan jî di nav de bi giştî 20 kes hatibûn binçavkirin. 20 welatî jî li qereqola gundê Zêrgûza Banî dihatin ragirtin û îro îfadeyên wan hatin girtin. Piştî kar û barê îfadegirtinê, ji welatiyan 19 jê hatin berdan.    Hate diyarkirin ku karûbarê îfadegirtinê yê welatiyê bi navê Şerîf Yalçin hêj didome.