Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin 2023-05-02 12:59:02   MÊRDÎN  - Di danişîna doza qezaya Dêrikê de ku 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn hate lidarxistin. Biryar hate dayîn ku rewşa girtî ya bersûcan bidome.    Di 20’ê tebaxa 2022’yan de li navçeya Dêrik a Mêrdînê du TIR’an qeza kiribûn û di encamê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Derheqê qezayê de doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê îro li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. Ajokar Umut Gunduz û Yûnûs Şatafli ku bi awayekî girtî tên darizandin, li girtîgehên lê tên ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Her wiha malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn û parêzerên aliyan jî di danişînê de amade bûn. Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Parêzeran parastin kirin.    Parêzeran parastinên xwe yên di rûniştinên din de dubare kirin û gotin ku divê di serî de Midûriyeta Giştî ya Rêbejan, xemsariya hemû saziyên têkildar bên tespîtkirin û li dosyayê bên zêdekirin.    Dadgehê, navbereke kin da û piştre biryar da ku rewşa girtî ya Yûnûs Şatafli û Umut Gunduz bidome. Dadgehê biryar da ku xwe li benda rapora kesê pispor bigirin û xwe li benda bersiva muzekkereyên ji saziyên fermî re hatine şandin bigirin.    Danişîna dozê taloqî 20’ê hezîranê hate kirin.