Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê 2023-05-02 16:03:32   MÊRDÎN - Operasyona leşkerî ya li Çiyayê Bagokê berdewam dike. Hat zanîn ku 3 cenaze anîne morga nexweşxaneyê.    Operasyona leşkerî ya herêma Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê berdewam e. Helîkopterên ji Qişleya Leşkerî ya Cevatpaşa ya Mîdyadê rabûn, li ser herêmê digerin. Şêniyên herêmê da zanîn ku leşker û cerdevan li herêmê xebatên “lêgerîn-kontrolkirinê” didomînin.    Her wiha hat zanîn ku cenazeyên 3 endamên HPG’ê ku nasnameyên wan nehat zanîn, anîn morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.