Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin 2023-05-02 16:05:15 RIHA - Malbata Şenyaşar ku çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Ji bo em jiyanek mirovî ava bikin, em derketin ser vê rêyê.”  Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku 3 ferdên malbata wan ji aliyê xizm û alîgirên parlamenterê AKP’ê ve hatin kuştin Nobeda Edaletê didomîne. Nobeda malbatê ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê li dar dixe. Çalakiya malbatê di roja 771’emîn de berdewam kir.    Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît wek her rojê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobedê kirin.    Malbatê têkildarî çalakiya xwe îro li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam parve kir: “Ji bo em jiyana mirovî ya bi hêvî, aştî û azadiyê ava bikin, em derketin ser vê rêyê. Her roja ku diçe em baştir fêm dikin ku em ne bi tenê ne. Seltenata wan zilmê diheje. Em ber bi 14’ê Gulanê ve dimeşin.”