Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin 2023-05-02 16:42:55 ŞIRNEX - Di doza têkildarî Mehmet Ûytûn ê 18 mehî ku bi bombeya gazê hatibû kuştin hat lidarxistin. Dozger xwest ku kujerê Ûytûn were cezakirin.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Mehmet Uytun ê 18 mehî ku di hembêza dayika xwe de bû bi fişeka gazê ya çawişê pispor H.A. avêtibû bi serê wî ketibû û jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê faîl H.A de ji tawanbariya “bûye sedemê kuştina biqestî” doz hat vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Cizîrê hat lidarxistin.    Malbata Ûytûn, parêzerên wî û Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn tev li danişînê bûn. Parêzerê bersûc jî bi SEGBÎS’ê beşdar bû.    Rapora li dosyeyê hatibû zêdekirin hat xwendin û piştre parêzerên malbatê axivîn. Parêzer Abdullah Zeytûn xwest ku dosyeya dozê ji bo Dadgeha Cezayê Giran were veguheztin.    Parêzer Yakûp Guven jî da zanîn ku ew dixwazin bersûc ji sûcê “kuştina bi qestî” were darizandin û xwest dosye bo dadgeha cezayê giran were şandin û bersûc bê cezakirin.    Dozger xwest bersûc were cezakirin. Parêzer Zeytûn da zanîn ku ew mutalaya dozger qebûl nakin û li dijî mutalayê dema zêde xwest. Dadger xwesteka demê ya parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 11’ê gulanê kir.