Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê 2023-05-02 18:29:32   STENBOL - Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê Cengîz Çîçek û Îlknûr Bîrol serdana Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglûyê kirin.   Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê Cengîz Çîçek û Îlknûr Bîrol û şandeya bi wan re, çûn Navenda Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger ku li Beşîktaşê ye û li vir serdana seroka giştî ya konfederasyonê Arzû Çerkezoglûyê kirin. Çerkezoglûyê û Sekreterê Giştî yê DÎSK’ê Adnan Serdaroglû, şandeyê pêşwazî kirin.     ‘DI 14’Ê GULANÊNDE EM Ê BIKEVIN PÊVAJOYEKE NÛ’   Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Îlknûr Bîrol, îşaret bi hilbijartinên 14’ê Gulanê kir û got ku wê ev hilbijartin ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bibin hilbijartinên guherîn û veguherînê. Îlknûr Bîrol, her wiha diyar kir ku di vê pêvajoyê de erka karker û kedkaran gelek e.   Seroka Giştî ya DÎSK’ê Çerkezoglûyê jî, da zanîn ku wan girseya herî qelebalix a şahiyên 1’ê Gulanê li Stenbolê li hev civandiye û got: "Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo gel gelek giring in. Di vê pêvajoyê de ku karker û kedkar xizan bûne, hema bibêje nikarin bi pey mafê xwe bikevin, ji hemû sazûmanên biryardayînê bêpar hatine hiştin. Bi hilbijartinên 14’ê Gulanê em ê bikevin pêvajoyeke nû."    ‘GEL WÊ LI SINDOQAN BIBE XWEDÎ’   Bîrol ku bersiva pirsên rojnamevanan ên li ser ewlehiya hilbijartinan bersivandin, hilbijartina 31’ê Adarê ya sala 2019’an a li Stenbolê mînak nîşan da û da xuyakirin ku ew ê di van hilbijartinan de jî li sindoqan bibin xwedî.   Serdan, bi pişt re bêyî çapemeniyê dewam kir.